CÎHAN

Li Venezuelayê muxalîfên siyasî têne berdan

Dem : 03 Pûşper 2018 Yekşem

Li Venezuelayê muxalîfên ku li dijî Serokkomar Madûro çalakî kiribin hatibûn girtin têne berdan. Komeke muxalîf ku di nav wan de şaredarê berê yê San Crîstobale Danîel Ceballos jî hebû, ji girtîgehê hatin berdan.

Piraniya yên ku hatin berdan, hate gotin ji wan kesan pêk tê ku par çalakiyên dijî Serokkomarê Sosyalîst Nîcolas Madûro organîze kiribûn an jî tev li çalakiyan bûbûn.

Serokê Meclîsa Damezirîner Delcy Rodrîgoz got 39 kes hatin berdan. Rodrîgoz bi muxalîfên ku hatin berdan re axivî û got ku komên din jî dê werin berdan.

Heftiya din ji 14 kesên ku ji nîsanê ve hatibûn girtin hatin berdan, tê gotin bi tevahî 350 muxalîfên siyasî girtîne. Hikûmeta Venezuelayê jî dibêje ev ne rast e.

Li Venezuelayê ji krîza aborî ya ku ji ber kêmbûna bihayê petrolê rûdaye Madûro berpirs tê dîtin. Muxalefeta rastgir ji ber ji sedî 90 yê welêt li ser dahata petrolê ye, rêveberiya sosyalîst berpirs dibîne ku ji 1998’an ve li ser rêveberiyê ye. CARACAS

Albuma Nûçeyê