CÎHAN

Li Tunusê trajediya penaberan

Dem : 05 Pûşper 2018 Sêşem

Keştiyeke ku ji Tunusê ber bi Îtalyayê ve diçû û tê de penaberên ciwan hebûn, di behrê de noqî avê bû û herî kêm 48 kesî jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku keştiya ji Tunusê ber bi Îtalyayê ve diçû ku berê wê li Girava Lampedûsayê bû, di 2’yê hezîranê de li derdora Sfaxê noqî avê bûye.

Hate hînbûn ku li Sfaxê hêzên rizgarkirinê 48 termê penaberan deranîne û 68 kes jî rizgar kirine. Ji kesên ku hatine rizgarkirin 60 kes Tûnûsî, 8 kes jî biyanî ne. Komên lêgerîna lezgîn ên deryayî bi keştiyan tev li lêgerînê bûn. Rayedar dibêjin dibe ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêdetir bibe û ji 100 kesî bibore. Li gorî çavdêran dema keştî derketiye rê nêzî 200 kes tê de hebûne. Tê gotin ku kesên jiyana xwe ji dest dane, piranî kesên xizan ên ji Tunusê ne.

Li gorî daneyên fermî, di sala 2017’an de 6 hezar û 150 tunusî gihane peravên Îtalyayê. Li gorî sala 2016’an rêjeya kesên ji Tûnûsê koçber bûyî 7.5 katan zêde bûye.

Piştî şoreşa Tunusê ku di sala 2011’an de pêk hatibû, heyama ku hejmara penaberan derketiye asta herî jor tê jiyîn.

Ji destpêka sala 2008’an û heta niha piştî penaberên Erîtreyê, hejmara wan di rêza duyemîn de ye. Di sala 2017’an de di rêza heştemîn de bû. TUNUS

Albuma Nûçeyê