JIN

Li Tirkiyeyê mafên jinan tenê li ser qaxizê ne

Dem : 06 Berfanbar 2018 Pêncşem

5’ê Kanûnê Roja Mafên Jinan ji bo pirsgirêkên jinan bikevin rojevê û der barê mijarê de cudahiyek pêk were û ji bo çareseriyan girîng e. Li Tirkiyeyê jî di 5’ê Kanûna 1934’an jin bûn xwediyê mafên hilbijartinê û di 1935’an de 18 parlamenter hatin hilbijartin. Ji wê rojê heta niha 5’ê Kanûnê li Tirkiyeyê wekî “5’ê Kanûnê Roja Mafên Jinan” tê qebûlkirin. 

 Endama Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP) û endma Komisyona Mafên Jinan a Buroya Wanê Parêzer Dîlan Kunt Ayan der barê mafên jinan û êrîşên li ser mafên jinan nirxandin kir.

‘Em ê bi hemû hêza xwe têbikoşin’

Ayan diyar kir ku bi salan e li dijî mafên jinan êrîşên mezin pêk tên û wiha got: “Zagona 6284’an ji bo parastina mafên jinan girîng e lê di demên dawî de êrîşên mezin li dijî vê zagonê hene. Di pêvajoya herî dawî de nafaka jî di rojevê de cihekî girîng girt. Em ê mafên xwe yên ku me qezenc kirine nedin tu kesekî. Mafên jinê tenê li ser qaxiz tên hiştin. Mafên jinan ên parastinê ji destên wan tên standin. Divê jin li hemberî êrîşên li dijî mafên jinan bi hemû hêza xwe bixebitin û têbikoşin. Divê em zagona xwe ya 6284’an a herî xurt dîtbar bikin. Dema ku qeyûm hat tayînkirin hemû saziyên jinan hatin girtin. Ji bo mafên jinan bi wan bide naskirin û biparêzin divê em hemû bi hev re têbikoşin.”

Hedefa yekem parastina jinan e

Ayan anî ziman ku êrîşên li dijî maf û destkeftiyên jinan didomin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heta 5’ê Kanûna sala bê hedefa me ya yekem parastina mafên jinan e. Em qebûl nakin ku mafên jinan ên ku hatine bidestxistin tenê li ser qaxizê bimînin. Em ê heta dawiyê mafên jinan biparêzin.” WAN

Albuma Nûçeyê