NÛÇE

Li Talatê qedexeya derketina derve!

Dem : 06 Tîrmeh 2018 În

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên artêşa tirk ji duh ve gundên Talatê û Kovanli yê Mehsertê dorpêç kirine. Di vê dema sibehê de jî li her du gundan qedexeya derketina kolanan ragihand. Weke ku tê zanîn di qedexeya 2017’an de dewleta tirk li van gundan wehşeteke mezin kiribû

Hêzên artêşa tirk di şeva 5’ê tîrmehê de gundên Talatê yê Nisêbînê û gundê Kovanli yê Mehsertê dorpêç kirin. Hat zanîn ku di vê serê sibehê de jî hêzên arêşa tirk li her du gundan jî qedexeya derketina derve îlan kir.

Li gorî agahiyên ji Mêrdînê, hêzên artêşa tirk bi hinceta ‘operasyonê’li gundên Talatê û Kovanliyê qedexeya derketina derve ragihandin. Di vê çarçoveyê de jî çûn û hatin li gundê Talatê ji 5’ê tîrmehê ve hatiye qedexekirin. Têkildarî mijarê welatiyên ji herêmê axivîn û diyar kirin ku dengê çekan ji derdorê tê.

Çi qewimî bû?

Hêzên artêşa tirk ji bo operasyona leşkerî di 11'ê sibata 2017’an de dor li herêma Omeryan a Nisêbînê girt. Li herêmê qedexeya derketina derve hate ragihandin û êrîş li ser Xerabê Bava giran bû. Piştî Xerabê Bava jî hêzên dewletê êrîşî gundê Talatê kir. Di dema êrîşê de gelek kes hatin înfazkirin, welatî hatin îşkencekirin, malên gel hatin şewitandin û gelek sewal jî hatin qetilkirin.

Hêzên dewletê di 12’ê sibatê de jî qedexe rakir û bi çekên giran erîşî Xerabê Bava kir. Di roja destpêkê de hêzên dewletê hemû zilamên gund li meydana gund kom kirin, îşkence li wan kir û bi dehan jî binçavkirin. Hêzên dewletê li Xerabê Bava kox jî şewitandin û bi dehan sewal qetil kirin. Her wih av û ceryan li ser gund birîn û nehiştin ku alîkarî bi ser wan de biçe. Piştî hefteya pêşî li gund pirsgrêka zad derket û ji ber tîbûnê xetereya nexweşiyê derket. Gelek kes jî hatin înfazkirin.

Îşkence û zilma dewletê ya li ser şêniyên herêmê jî bi derketina wêneyê Abdî Aykût ê 60 salî aşkera bû. Abdî Aykut bi rojan rastî îşkenceyeke giran hat. Di roja 21’ê sibatê de jî hêzên artêşa tirk êrîşî gundê Talatê kir. Gundê Talatê 7 kîlometreyan ji Xerabê dûr e û di roja êrîşê de dengên gelek tang û topan hatin. Dewletê bi makîneyan malên gel hilweşandin, ceryan û av li ser gel birîn û gelek kes jî binçavkirin.

Rapora HDP’ê

Piştî rabûna qedexeyê jî heyeteke ji HDP’ê çû van gundan. Heyetê di serdana xwe de çavdêriyên xwe wiha bi raya giştî re parve kiribûn:

- Qedexeya derketina kolanan li gundê Xerabê Bava 19 roj û li gundê Talatê jî 9 rojan dom kir.

- Tewle û mal bi temamî hatine şewitandin û li gelek malan şûnên guleyan hene. Qalikên bombeavêj û guleyên wê li mal û kolanan bûn.

-  Di tewleyan de termên lawirên ku hatibûn jehrîkirin an jî xeniqandin hebûn.

- Bi taybetî lawirên ducanî ji aliyê leşkeran ve hatibûn kêrkirin û perçekirin.

- Di dema dorpêçê de gundî hatine îşkencekirin.

- Leşkeran bi darê zorê bi keçên 13-14 salî xwarin dabûn amadekirin û zarok pir tirsiyabûn.

- Li Talatê 5-6 mal bi temamî hatibûn şewitandin û hilweşandin.

- Aliyê pêş ê gelek malan hatibûn hilweşandin, termên lawiran li erdê bûn û malên dîrokî hatine xerakirin.

Albuma Nûçeyê