CÎHAN

Li Sûdana Başûr destdirêjî li 120 jin û zarok kirin!

Dem : 10 Tîrmeh 2018 Sêşem

NAVENDA NÛÇEYAN

Şer û pevçûnên di navbera hêzên Sûdana Başûr û hêzên muxalîf de berdewam in. Li gorî rapora Komîseriya Mafên Mirovan a NY’ê hêzên hikûmetê di navbera 16’ê nîsanê û 24’ê gulanê de zêdetirî 232 kes qetil kirin. Her wiha destdirêjî li 120 jin û zarok kirin

Ev demek e di navbera hêzên muxalîf û hêzên hikûmetê yên Sûdana Başûr de şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Têkildarî mijarê Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bi raporekê ragihand ku hêzên hikûmetê û hevalbêndên wan, di navbera 16'ê nîsanê û 24'ê gulanê de êrîşî gundên di bin kontrola ‘serhildêran’ de ne.

Komîserê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Zeîd Raad El Huseyîn da zanîn ku berpirsyarên sereke yên komkujiya li eyaleta Unitê, sê efser in. El Huseyîn destnîşan kir ku divê sûcdar bên cezakirin. Li gorî NY’ê, di encama êrîşên hêzên hikûmetê de herî kêm 232 sivîl hatine qetilkirin û van kesan destdirêjî li 120 jin û zarokên keç kirine.

Peymana aştiyê binpê kirin

Hêjayî bibîrxistinê ye ku serokkomarê Sûdana Başûr Salva Kir di meha hezîranê de bi van hêzên ‘serhildêr’ re peymana aştiyê îmze kiribû. Lê tevî peymana aşitiyê jî şer û pevçûnên di navbera her du aliyan de nesekinîn. Ev şer û pevçûn her ku diçe girantir dibin û sûcên mirovahiyê tên kirin.

Albuma Nûçeyê