NÛÇE

Li Sineyê qezaya giran: 27 welatiyan jiyana xwe ji dest da

Dem : 11 Tîrmeh 2018 Çarşem

Li bajarê Sine yê rojhilatê Kurdistanê qezaya trafîkê pêk hat. Di encama qezayê de 27 welatiyan jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ji Sineyê, duh bi şev saet di 00:00’an de li herêma nêzî termînala bajêr, tankereke petrolê li otobuseke parqkirî ya li ser rêya Dr. Huseynî, qelibî. Di dema qezayê de tanker teqiya û agir pê ket. Di encama vê qezaya giran de 27 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Hate ragihandin tankera ku li otobusê qelibî ji başûrê Kurdistanê hatibû û bi 18 hezar lîtreyî sotemenî tê de hebû.

Têkildarî mijarê şahidên bûyerê axivîn û dan zanîn ku rayedarên Îranê saetekê piştî qezayê hatin cihê bûyerê. Welatiyan diyar kir ku rayedarên rejîmê ji hêla gel ve hatine şermezarkirin. SINE

Albuma Nûçeyê