NÛÇE

Li Şêrawayê 25 sivîl hatin revandin!

Dem : 09 Tebax 2018 Pêncşem

Zilma artêşa tirk û çeteyên wê ya li ser gelê Efrînê berdewam e. Li gorî agahiyan çeteyên Tirkiyeyê li navçeya Şêrawa ya Efrînê 25 welatiyên sivîl revandin. Têkildarî welatiyan heta niha tu agahî nehatine bidestxistin

Dewleta tirk û çeteyên wê yên dagirker ji bo guherandina demografyaya herêmê û mayîndekirina dagirkeriya xwe, serî li hemû rêbazên kirêt didin. Tevî kiryarên weke girtin, binçavkirin, îşkencekirin, kuştin, talan û wêrankirinê, yek ji rêbazên çeteyan jî revandina welatiyên sivîl e. Komên çete rojane bi dehan welatiyan direvînin û îşkence dikin. Hat zanîn ku komên çete niha jî li Şêrawayê 25 sivîl revandine.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, hêzên dagirker ên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê li navçeya Şêrawa ya Efrînê 25 sivîl revandine. Hat zanîn ku ji van welatiyan 9 jê ji gundê Birc Heyder ê Şêrawayê ne.

Navên hin welatiyên ku hatine revandin

Li gorî agahiyên heman çavkaniyan navên welatiyên ku ji gundê Birc Heyderê hatine revandin wih ne: “Seydo Elî Silêman,  Gulê Xeyrî (30), Ebdilhey Zekeriya Hesen (25), Edhem Elî Hesen (16), Ehmed Mihemed Silêman (18), Egîd Reşîd Hesen (26), Ehmed Reşîd Hesen (22), Mihemed Hesen Nasiro (53) û Basil Ednan Mihemed Elî (22).”

Tevî van kiryarên hêzên dagirker ên li ser gelê Efrînê jî, cîhanê çav û guhên xwe li vê zilmê girtiye. Balkêş e ku rêxistinên mirovî yên herêmî û navneteweyî jî xwe li bêdengiyê datînin û têkildarî mijarê tu xebatan nadin meşandin. EFRÎN

Albuma Nûçeyê