JIN

Li ser xeta azadiyê xebat dimeşînin

Dem : 28 Avrêl 2018 Duşem

Meclisa Îştar ku li Wargeha Mexmûrê di sala 2003’an de bi 55 kesan dest bi xebatên xwe kir, îro ji bo perwerde û mijarên jinan dibe bersiv. Li ser vê mijarê endama rêveberiya meclisê Şehristan Çelê li ser kar û xebatên Meclisa Îştar û sazûmaniya wê nirxand.

Çelê diyar kir ku jinên wargehê di sala 2003’yan de piştî mezinbûna wargehê pêwîstî bi avabûna mecliseke jinan dîtine û meclisa xwe li ser raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a xeta jina azad avakirine.

Çelê di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser mezinbûna Meclisa Îştarê û wiha pê de çû: “Meclis di destpêkê de bi 55 kesan dest bi kar û xebata xwe kir. Lê niha meclis hîn mezintir bûye. Niha kesên ku endamê meclisê ne saet bi saet bername û plansaziyên xwe çê dike, rojane li gorî wê bernameyê kar û xebatê xwe pêk tîne.”

Her wiha Çelê destnîşan kir ku ew di meclisa xwe de hemû pirsgirêkên jinan bi hev re çareser dikin û pê ve girêdayî li ser hemû pirsgirêkan disekinin. MEXMÛR

Albuma Nûçeyê