CÎHAN

Li ser sînorê Yemenê 6 leşkerên Siûdî hatin kuştin

Dem : 27 Avrêl 2018 Yekşem

NAVENDA NÛÇEYAN

Aloziya di navbera Yemen û Erebistana Siûdî de berdewam e. Di çarçoveya şer û pevçûnan de li ser sînorê Erebistana Siûdî, endamên Hûsiyan li gelek noqteyan li dijî hêzên leşkerî yên siûdiyan çalakî pêk anîn.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Erebistana Siûdî de, li herêma Cazanê 2, li Necranê 1, li Hûrresê 1 û li herêmeke din ku navê wê nehate aşkerakirin jî 2 leşker hatine kuştin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêzên koalîsyonê yên navneteweyî bi pêşengiya Erebistana Siûdî ji 26'ê adara 2015'an heta niha li dijî Hûsiyan şer dikin. Hêzên koalîsonê dixwazin bi têkbirina hêzên Hûsiyan ku di bin bandora rejîma Îranê de ne, rêveberiya Yemenê bidest bixin. Ji ber êrîşên her du aliyan yên heta niha li Yemenê bi hezaran sivîl hatine qetilkirin.

Albuma Nûçeyê