ÇAND Û HUNER

Li Şengalê amûrên mûzîkê

Dem : 14 Pûşper 2018 Pêncşem

Şengal tevî hemû bêderfetî û gefên dagirkeran jî bixwe birînên xwe dipêçe û hewl dide ku jiyana xwe bi temamî ji nû ve bihûne. Êzidiyên ku ji ber êrîşên DAIŞ’ê Şengal terk kiribûn êdî vedigerin warê xwe. Ciwanê ku piştî demeke dirêj vegeriya Şengalê dikana amûrên mûzîkê vekir.

Ciwanê bi navê Newaf Heskanî yê şêniyê navçeya Sinûnêye piştî koçberiyeke demdirêj vegeriyaye Şengalê û dikana amûrên mûzîkê vekiriye. Newaf Heskanî ku nêzî 6 meh e dikaneke amûrên mûzîkê vekiriye wiha dibêje “Ev nêzî 6 meha ne min dikana amûrên Mûzîkê vekiriye. Berî niha min li Herêma Federal a Kurdistanê vekiribû. Lê, min xwest li Şengalê xizmetê ji civaka xwe re bikim.”

Tembûra çiyayê Şengalê

Newaf Heskanî diyar kir ku ew zêdetir tembûran difiroşin û ji ber tembûra çiyayê Şengalê navdar e ew zêdetir giranî dide wê û wiha pêde çû: “Em piraniya amûrên xwe ji Herêma Kurdistanê tînin. Me herî zêde tembûr aniye, ji ber tembûra Şengal pir bi nav û deng e û gelê me jî pir jê hez dike. Nifşê berê ji amûrên herêmî yên Şengalê hez dikin yên nû jî ji yên derve hez dikin.”

Newaf Heskanî got ku her çendî rewşa madî ya gel baş nîn e jî lê, dîsa jî ew debara xwe bi vêya dikin. ŞENGAL

Albuma Nûçeyê