NÛÇE

Li sê welatan grevên birçîbûnê

Dem : 06 Berfanbar 2018 Pêncşem

Grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde dibin. Piştî ku hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kir, ev çalakî li Ewropayê jî belav bû.

Li paytexta Îtalya Romayê, koma ji 25 kesî ya ku li dijî tecrîdê ketiye greva birçîbûnê, li Pîazza Dell Popolo daxuyanî da çapemeniyê. Piştî daxuyaniyê têkildarî tecrîdê balavok hatin belavkirin.

Greva birçîbûnê ya li bajarê Den Haag ê Hollandayê ev 6 roj e didome. Di çalakiyê de hevserokê DEMNED’ê Engîn Yûrtsever got ku heta tecrîd bi şikandin dê çalakiyên xwe bidomînin.

Her wiha greva birçîbûnê ya li bajarê Hîldesheîm ê Almanyayê jî di roja 4’emîn de didome. Çalakî bi dirûşma ‘Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye, daxwaza bi milyonan welatiyên kurd e, vê qîrînê bibihîzin’ li avahiya Dîe Lînke (Partiya Çep) pêk tê. BRUKSEL

Albuma Nûçeyê