CÎHAN

Li şaredaran gefa mirinê hat xwarin

Dem : 11 Tebax 2018 Şemî

Şaredarê Dusseldorfê Thomas Geisel ku ligel şaredarên bajarên Koln û Bonn ê Almanyayê ji serokwezîr Merkel re nameyek rêkiribû û tê de gotibûn, “Em dikarin malovaniya penaberên ku li Derya Spî hatin rizgarkirin bikin” gefa mirinê li wan hat xwarin. 

Şaredarê Dusseldorfê Thomas Geisel ji serokwezîr Angela Merkel re nameyek nivîsîbû û anîbû ziman ku amade ne ku bi şaredar bajarê Bonn û Kolnê Ashok Sridharan û Henriette Reker re her cure hevkariyê ji bo penaberan bikin. Piştre şaredariyên bajarê Potsdam, Wuppertal û Stuttgartê jî piştgirî dabûn vê hevkariyê û ji Merkel xwestibûn ku bikeve tevbigere.

Piştî biryarê ji hêla derdorên nijadperest ên ku dijminatiya biyaniyan dikin ve gefa kuştinê li şaredarê Duseldorfê yê Partiya Demokratên Sosyal (SPD) Thomas Geisel hat xwarin. Hat zanîn ku  der barê kesên ku gef xwarine de lêpirsîn hat dest pê kirin. DUSSELDORF

Albuma Nûçeyê