NÛÇE

Li Rihayê pergala çetetiyê hatiye avakirin!

Dem : 02 Tîrmeh 2018 Duşem

NAVENDA NÛÇEYAN

Hikûmeta AKP’ê li Rihayê bi destê çend kesên xwedî raboriyeke tarî pergaleke çetetiyê ava kiriye. Yek ji van kesan jî şaredarê Serêkaniyê Menderes Atîlla ye. Di dîmenên dawî de bi sedan çete di dema derketina ji nexweşxaneyê ya birayê Menderes Atîlla Mehmet  Atîlla de bi kaleşnîkofan gule tên reşandin

Di bin kontrola AKP’ê de û bi erêkirin û teşwîqkirina hikûmeta AKP’ê li Rihayê bi destê hîn derdorên tarî yên weke selefxur û çete, li ser gelê herêmê pergaleke qirêj tê meşandin. Ev kes di dema hilbijartinan de bi darê zorê gefa kuştinê li gel dixwin û li hêla din jî serkêşiya hemû kiryarên qirêj yên li Rihayê dikin.

Weke ku tê zanîn hikûmeta AKP’ê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 2014’an de bi hîleyan şaredariya Serêkaniyê ya Rihayê xesb kiribû. Bi xespkirina şaredariyê re, AKP’ê Menderes Atîlla ku li herêmê xwedî rabirduyeke tarî ye kiribû şaredar. Bi hatina Atîlla re jî têkiliyên bi komên çete yên DAIŞ’ê yên li Girê Spî û herêmên Kobanê re hatibûn pêşxistin û li ser gelê navçeyê jî zexteke mezin hate meşandin.

Li kampan tên perwerdekirin

Gelek caran derket holê ku di bin navê ‘kampên penaberan’ de bi hezaran çeteyên DAIŞ, El Nusra, Ehrar El Şam û OSO’yê li Serêkaniyê hatin perwerdekirin û di êrîşên li dijî Rojava de hatin bikaranîn. Di encama vê pergala çetetiyê de zext li gelê kurd ên li navçeyê hat kirin ku ji navçeyê bên derxistin û li şûna wan jî erebên ji Sûriyeyê bi cih bikin. Bi vê yekê re jî xwestin di navbera kurdên Bakur û Rojava de herêmeke tampon ava bikin û demografyaya herêmê biguherînin.

Li cihên cuda heman komên çete

Metirsiya vê pergala çetetiyê ku li gelemperiya Rihayê bi aktorên cuda hatiye avakirin, bi dîmenên cuda re derdikeve holê. Demek berê her çiqas ev dîmen li Pirsûsê bi qetilkirina welatiê bi navê Haci Esvet Şenyaşar û 2 kurên wî teşhîr bûbe jî, niha jî dîmenên birayê şaredarê Serêkaniyê Menderes Atîlla yê bi navê Mehmet Atîlla derketin holê.

Zêdetirî 500 kesên çekdar

Piştî ku birayê şaredar ji nexweşxaneyê derket, ji hêla komeke çekdar ku xuyaye ji çeteyên li navçeyê hatine perwerdekirin pêk tê, hate pêşwazîkirin. Ev koma çekdar ku ji zêdetirî 500 kesan pêk dihat, di serî de di dema hatina Atîlla de çekên kaleşnîkofan derdixin û guleyan direşînin. Koma çekdar bi hezaran guleyan diavêjin hewayê û rê li trafîkê digirtin.  Bi van dîmenan re jî careke din aşkera dibe ku AKP’ê li Serêkaniyê bi çeteyên El Nusra û komên din re hêzeke mîlîs a çete ava kiriye.

Malbateke tarî ye

Hêjayî gotinê ye ku gelek wêneyên şaredarê Serêkaniyê Menderes Atîlla yê bi çeteyên DAIŞ'ê re di çapemeniyê de jî hatibûn weşandin. Navê Mehmet Atîlla jî di sûîqesta 6'ê gulana 1996'an a li Şamê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelek bûyerên tarî yên salên 90'î de derbas bûbû.

Demek berê jî li Pirsûsê li ser kar bûn

Hêjayî  bibîrxistinê ye ku ev koma çete di 24’ê hezîranê de jî tevî namzedê parlamenteriyê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, êrîşî esnaf Haci Esfet Şenyaşar û zarokê wî kiribû. Di encama êrîşê de jî du kurên Şenyaşar tevî bavê xwe bi hovane hatibûn qetilkirin. Her wiha du kurên Şenyaşar jî birîndar bibûn.

Albuma Nûçeyê