NÛÇE

‘Li Rihayê ekîbên taybet ên îşkenceyê hatine avakirin’

Dem : 01 Tebax 2018 Çarşem

Parêzerê welatiyê bi navê D.D. ku li Rihayê rastî îşkenceya giran hatibû bi daxuyaniyekê ragihand ku li Rihayê ekîbên taybet ên îşkenceyê hatine avakirin. Parêzer Erdogan Akdogdu da zanîn ku muwekîlê wî jî rastî îşkenceyeke giran hatiye û ger serlêdanên wan neyên qebûlkirin dê dozê bibin CPT û NY’ê

Welatiyê bi navê D.D. di 23’yê hezîranê de li Rihayê hate binçavkirin. Welatî D. di serî de li Fermandariya Cendirmeyan a Kaniya Xezalan hate îşkencekirin û ev îşkence li Şaxa TEM’ê ya Rihayê jî berdewam kir. Têkildarî rewşa muwekîlê xwe, parêzerê D.D., Erdogan Akdogdu li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a (ÎHD) Îzmîrê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de rêveberên ÎHD’ê jî amade bûn.

Di daxuyaniyê de parêzer Erdogan Akdogdu îşkenceya ku li muwekîlê wî hatiye kirin spart rapora tenduristiyê û ev hûrgili parve kirin: “Di dema binçavkirinê de muwekîlê min bi îdiayên ‘endamtiya YPG, DAIŞ û FETO’ yê hatiye sûcdarkirin. Dadgehê jî muwekîlê min bi îdiaya ‘sextekariya ewraqan’ girtiye.  Muwekîlê min di dema binçavkirinan de rastî îşkenceyeke li dijî rûmeta mirovahiyê, hatiye.”

Li her deverên bedena wî şopên îşkenceyê

Di berdewamê de jî Akdogdu bal kişand ser îşkenceyên ku li muwekîlê wî hatine kirin û wiha got: “Di laşê muwekîlê min de şopên îşkenceyê hene. Di stûyê muwekîlê min de şopên naprûkan hebûn. Li ser pişt û singa wî jî şopên îşkenceyê hebûn. Rewşa wî ya derûnî ne baş bû. Muwekîlê min bi revandinê tê tehdîdkirin. Bi rastî jî Riha veguherandine navenda îşkencekirinê. Yekîneyên taybet ên îşkenceyê hatine peywirdarkirin. Me bihîst ku li Rihayê însan sê mehan di îşkenceyê de mane. Peywirdarên taybet hatine bicihkirin. Ji bo ku lêpirsîn berfireh bibe, me giliyê sûc kir. Dozgerê ku bi bûyerê re eleqedar dibe gotibû ku dê bi mijarê re eleqeder bibe. Lê belê sewqa muwekîlê min a Tipa Edlî jî nehatiye kirin.”

‘Yên ne ji xwe weke terorîst dibînin’

Akdogdu diyar kir ku îşkenceya tê kirin parçeyeke ji şerê tê meşandin e û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Têgehên ‘ew’ û ‘em’ hene. Yên wek wan nefikirin weke ‘terorîst’ dibînin. Li gorî me rêxistina sûc a rast ew in. Ev jî bi destê hiqûqê tê kirin. Dibe ku serlêdanên me yên hiqûqî pêşî li vê îşkenceyê negire lê ev dewran wiha berdewam nake. Bêguman dê ev dewran biguhere. Ger em encamê ji vê serlêdana giliyê negirin dê bibin CPT û NY’yê. Li dijî helwesta dozgeran jî em ê serî li HSK’ê bidin.”  ÎZMÎR

Albuma Nûçeyê