JIN

Li revîrê heqaret li jinên girtî kirin

Dem : 11 Tîrmeh 2018 Çarşem

Girtiya jin Gulistan Al a li ku Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê dimîne, bi nameyekê binpêkirinên mafan ên ku li girtîgehê tên jiyîn parve kir. Al di nameya xwe de wiha dibêje: “Li girtîgehê ji girtiyên siyasî yên jin ez, Esra Demîr a ku kezebeka wê tune ye û Aysel Kaya Vurucu dimînin. Esra Demîr berî 3 hefteyan anîn girtîgehê. Lingekê wê kurte. 6 parsûyên wê şikestîne. Kezebeke wê tune ye û astima wê heye. Ji ber ku rihê milekê wê qût bûne, nikare kar bike.”

Al anî ziman ku di 4’ê tîrmehê de gardiyan ketine hundirê qawişê û gotine ‘ji ber ku cezaya hucreyê ya Aysel Kaya Vurucu heye, em ê wê bixin hucreyê’ û li gel Vurucu belgeya cezayê ji gardiyanan xwestiye jî bi darê zorê birin hucreyê û hatiye derbkirin û ev tişt vegot: “Jinên gardiyan girtiya bi nexweşîya giran Esra Demîr dehf dan û ew avêtin erdê. Gardiyenên zilam li erdê em derp kirin. Hewldan bi darê zorê me bibin revîrê. Em bi erdê re kaş kirin û birin revîrê. Gardiyena binavê Ebru, ji min re got ‘tu tam kûçikî.’ Gardiyenên bi navê Ebru, Tugçe, Fîlîz û Gîzem, ligel du xebatkarên tenduristiyê Furkan û Aykut, porê min kaş kirin, kulm li sing û pişta min xistin. Bi pehîn û şeqaman êrîşî min kirin. Hîna jî li ser canê min morahî hene. Şopên lêdanê ji ser bedena min neçûne. Bijîşkê derbarê vê yekê de rapor girt jî got ‘agahiya min tune ye.’ Ez giliyê gardiyenên êrîşkar û xebatkarên tenduristiyê yên çavên xwe ji vê îşkenceyê re girtin, dikim.” DÎLOK

Albuma Nûçeyê