JIN

Li Reqqayê çalakiyên 25’ê Mijdarê

Dem : 09 Sermawez 2018 În

25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî ye. Li bajarê Reqqayê piştî rizgarkirinê ev cara yekê ye ku dê çalakî bi vê boneyê werin orgenîzekirin. Têkildarî mijarê endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Reqqayê Zelîxa Ebdî axivî û got ku dê der barê mijarê de gelek çalakî pêk bên.

Ebdî anî ziman ku bi rêya lidarxistina semîner û panelan dê tundiyên ku li hemberî jinan pêk tê, şîrove bikin û diyar kir ku ji bo vê rojê bernameyeke dagirtî amade dikin û wiha got: “Di 25’ê Mijdarê de em ê meşeke mezin li dar bixin.”

Ebdî herî dawî ev tişt anî ziman: “Ji bingeha felsefeya neteweya demokratîk a ku banga azadiya jinan û lîstina rola wê ya pêşeng a di civakê de dike, em ê stûna bingehîna ji jinên Reqqayê re deynin. Ji ber ku jinên Reqqayê ji zilma DAIŞ’ê gelek êş kişandine.” REQQA

Albuma Nûçeyê