NÛÇE

Li Qamişloyê jinekê pêncwîk anîn

Dem : 17 Kewçer 2018 Çarşem

Li Qamişloyê jina bi navê Hena Elî pêncwîk anî. Dayika pêncwîkan Hena Elî destnîşan kir ku tevî pêşniyara bijîşkan a ‘hinek zarokan bi kurtajê ji xwe bigire’ jî wê ev yek qebûl nekiriye. Elî navê zarokeke xwe jî kir Barîn Kobanê û bang li hemû saziyên jinan kir ku ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên zarokên wê alîkarî bidin

Welatiya bi navê Hena Elî ya 22 salî ku li taxa Hilêliyê ya Qamîşloyê dimîne û ducanî bû, pêncwîkên 7 mehî anîn. Ji pêncwîkên Hena Elî 3 jê kur û 2 jî pitikên keç in. Hena Elî ku beriya niha jî zarokeke wê hebû, bi vê yekê re bû dayika 6 zarokan.

Hat zanîn ku rewşa aborî ya Hena Elî nebaş e û di avahiyeke kirêgirtî de rûdine. Her wiha di malbatê de tenê hevjînê wê dixebite. Der barê mijarê de Hena Elî destnîşan kir ku dema ku du canî, di serî de bijîşkan jê re gotiye ku dê sêwîkan bîne û wiha domand: “Dema ku zarok bûn 5 mehî ez careke din çûm cem bijîşkan û vêcarê jî ji min re gotin ku dê pêncwîkan bînim. Bijîjkan got ku divê ez hinek zarokên xwe bi kurtajê bigirim. Lê min ev yek red kir.”

Bang li raya giştî kir

Dayika pêncwîkan Hena Elî herî dawî jî ev bang li raya giştî kir: “Ez bang li hemû saziyên jinan û yên tenduristiyê dikim ku alîkariyê bidin me û pêdiviyên zarokên min peyda bikin.” Hat zanîn ku di pêvajoya ducaniyê de Hena Elî gelek zehmetiyên derûnî û rûçikî kişandine.

Heyva Sor a Kurd alîkarî da malbatê

Der barê mijarê de dapîra pêncwîkan û xesiya Hena Elî ya bi navê Semîra Mihemed jî têkildarî mijarê axivî û ev tişt anî ziman: “Gelek saziyên Rojava û Heyva Sor a Kurd  alîkariya me kir. Beriya ku bûka min biwelide, gelek zehmetî dîtin. Lê li berxwe da û zarokên xwe kurtaj nekirin.”

Navê keça xwe kir Barîn Kobanê

Ji ber ku bedena Hena Elî êdî zarokan ranake, zarok di heft mehiyê de ji jê dibin. Dayik Hena Elî, navê keçeka xwe kir Barîn Kobanê û navê kurekî wê jî bijîşkê nexweşxaneyê yê bi navê Salîm navê xwe lê kiriye. QAMIŞLO - JINNEWS

Albuma Nûçeyê