POLÎTÎKA

Li Pirsûsê terora AKP'ê: HDP'î hatin kêrkirin

Dem : 24 Pûşper 2018 Yekşem

 Namzedê AKP'ê yê Rihayê û parêzvanên wî li Pirsûsê terorê dikin. Li gorî agahiyên ji Pirsûsê, AKP’iyan bi çek û kêran êrîşî HDP’iyan kirin û di encamê de jî gelek kes hatin birîndarkirin.

Namzedê AKP'ê yê parlamenteriyê Îbrahîm Halîl Yildiz û parêzvanên wî ku bi rojane komkujiyan dikin li Pirsûsê dikin. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Yildiz û çeteyên wî vê carê jî êrîşî peywirdar û endamên HDP'yî yên li Dibistana Navîn a Mehmet Akîf Îmam Hatîp, Lîseya Pîşeyî ya Endustriyê û Dibistana Seretayî ya Hurriyetê.

Hat zanîn ku çekdarên Yildiz êrîşî HDP'î û peywirdarên li ber hîleyan rabûn, kirin. Xizmên Yildiz ê AKP'yî li Lîseya Keçan a Îmam Hatîp kêr li dengdêrekî HDP'î dan. Hat zanîn ku di encama êrîşên li hemû dibistanan de zêdetirî 3 HDP’î hatin birîndarkirin.

Di heman demê de nûçegihana MA'yê Arjîn Dîlek Oncel ku ji bo şopandina nûçeyê çûbû Pirsûsê jî bû hedefa êrîşkaran. Çekdarên Yildiz gef li Oncel xwar. RIHA

Albuma Nûçeyê