CÎHAN

Li Nîkaragûayê berxwedana gel

Dem : 13 Pûşper 2018 Çarşem

Li Nîkaragûayê ku xwepêşandanên li dijî hikûmetê lê dewam dikin, tê gotin ku di navbera hêzên ewlekariyê û xwepêşandêran de şerekî dijwar rûdaye.

Li dijî reformên ku serokdewletê sosyalîst Daniel Ortega dixwaze di mafên civakî de bike, ji meha Nîsanê ve xwepêşandan tên kirin. Heta niha herî kêm 139 kes mirine.

Meha Gulanê bi navbeynkariya Dêra Katolîk danûstandinê dest pê kiribû, lê bi ser neketibû. Ji ber vê yekê xwepêşandanan ji nû ve dest pê kirin û tê gotin, polîs û milîsên alîgirê hikûmetê bi tundî dest li xwepêşandanan werdane. Li rojhilatê paytext Managûayê, ji bo rakirina bendên li ser rê bi tundî dest li xwepêşandanan hate werdan û şerekî dijwar qewimî.

Li gorî agahiyan, bi taybetî li paytextê dengê çekan tên û xwepêşandêr jî bi kevir û hawanên bi destan hatine amadekirin, bersivê didin.

Tevî 7 herêmên cuda yên paytextê, li bajarên Sebaco, Las Maderas û gelek bajarên din xwepêşandan dewam dikin. Tê îdîakirin ku bendên li van bajaran ji aliyê polîsan û milîsên alîgirê hikûmetê ve hatine rakirin.

Li bakurê welat jî êrîşek li dijî qereqoleke polîsan hate pêkanîn. Tê gotin ku ji ber êrîşê 2 polîs û 3 kes mirine. Lê hîn nayê zanîn ku ev çalakî girêdana xwe bi xwepêşandanan heye yan na. MANAGÛA

Albuma Nûçeyê