CÎHAN

Li Nîjeryayê lêhî û hezîn: 22 kes mirin

Dem : 10 Tebax 2018 În

Li Nîjeryayê ji ber barana zêde lêhî rabû 22 kesan jiyana xwe ji dest dan.Wezîrê Çalakiya Mirovî ya Nîjerya Laûna Magadjî, di daxuyaniya roja çarşemê kirî de bi bîr xistibû ku 6’ê tebaxê 49,845 kes ji karesatê bandor bûne û 22 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî wezîr, ji ber lêhiyê ziyan gihiştiye 3,131 avahî û 3,902 hektar zeviyên çandiniyê. Her wiha 29,344 lawir jî telefbûn û 11 ref û 33 bîrên ava vexwarinê jî xirabûne.

Di nav salên dawî de qadên çolistan ên dikevin bakurê welat jî di nav de lêhî rabûne. Li vî welatê ziwa her tim ji ber kêmbûna berhemên çandiyê gazinc dihatin kirin. Niha jî ji ber barana zêde bandor li zeviyên çandiniyê bûye. Ji ber lêhiyê di 2017’an de li gorî NY’yê 56 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 206 hezar kes jî hatibûn  veguhestin. ABÛJA

Albuma Nûçeyê