ÇAND Û HUNER

Li muzîka kurdî xwedî derdikevin

Dem : 30 Tebax 2018 Pêncşem

Bi taybetî bi ragihandina Rewşa Awarte re li hemberî ziman û çanda kurdî êrîş û astengiyên dewleta tirk bi awayekî zanebûn zêde hatin zêdekirin.

   Tevî qedexe û zextên dewleta tirk jî li gelek tax û kolanên Wanê stranên kurdî tên gotin. Li kolana Cûmhûriyetê ku kolana herî qelebalix a Wanê ye, zarokên kurd xwedî li zimanê xwe derdikevin û bi gotina stranên kurdî li ber qedexeyan radibin. Bêyî amûreke muzîkê zarok dewlikên avê ji xwe re dikin amûrên muzîkê û li ber wê distirên.

Xecî ku li kolanên Wanê bi kurdî distrê anî ziman ku zext û qedexe dê nikaribin bi ziman û muzîka kurdî. Xecî got ku şert û merc çi dibin bila bibin wê bi kurdî bistrên. WAN

Albuma Nûçeyê