JIN

Li Muglayê niha dema jinan e

Dem : 09 Pûşper 2018 Şemî

Li Muglayê, ji 7 namzetên HDP’ê 4 jê jin in. Sultan Ozcan û Husran Belgîn Koç di lîsteya namzetên parlamenteriya Muglayê de cih digirin, sedemên tevlibûna xwe ya HDP’ê vegotin.

Sultan Ozcan dayika 2 zarokan e û di heman demê de hîndekar e. Ozcan di rêxistinên jinan, KESK û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de cih girt û tim mafê mirovan parast. Ozcan bi hemû hewldana xwe dixwaze li Muglayê renge jinan derxe holê û ji bo vê yekê cihê xwe di HDP’ê de girt. Ozcan diyar kir ku ew armanc dikin ku welatek wekhev ava bikin û wiha axivî: “Em ê di 24’ê hezîranê de ji Erdogan re bêjin oxir be. Ji bo avakirina komara demokratîk em ê rê vekin. Dê jin vî welatî bi rêve bibin. Bi sedan sal e zilam bi rêve dibin. Êdî niha serdema jinan e.”

Husran Belgîn Koç jî hem bi nasnameya jin û hem jî bi nasnameya çerkes cihê xwe di HDP’ê de digire. Koç berî bibe namzet di HDP’ê de rêveber bû. Koç anî ziman ku HDP çareseriyek nû ye û wiha got: “HDP jiyanek nû pêşkêşî gelên Tirkiyeyê dike. Têkoşîna azadiya jinan û têkoşîna azadiya gelê kurd bi hev re tên meşandin. Ev ji bo gelê çerkes jî hêviyeke mezin ava dike. Em dixwazin serkeftinê bi têkoşîna azadiya jinan tacîdar bikin. Ji ber ku namzetên jin di rêza yekemîn de cih digirin, piştgiriya jinan jî pir zêde ye. Baweriya min ew e ku dê jin parlamentoyê bi rêve bibin. Ez bang li hemû jinan dikim ku werin di HDP’ê de kom bibin û vîna xwe derxin holê.” MUGLA

 

Albuma Nûçeyê