CÎHAN

Li Minbicê binêre Kibrisê bibîne - Ramazan Olçen nivîsand

Dem : 08 Pûşper 2018 În

Ramazan Olçen

Li herêma me ango Rojhilata Navîn sed mixabin ku rewş ber bi arambûnê ve naçe. Heta hemleyên ku hêzên hegemonîk û şirîkên wan ên li herêmê diavêjin pirsgirêkan kûrtir dikin. Çareserî hêj pir dûr xuya dibe. Serê hefteyê wezîrên karên derve yên Tirkiye û DYA’yê li ser Minbicê peymanek îmze kir. Her çiqasî amerîkî –Pentagon- tiştekî cuda bibêjin jî wisa xuya ye, amerîkî ji bo ku AKP’ê di kontrolê de bihêlin hin gavan diavêjin.

Minbica ku piştî ji DAIŞ’ê hat safîkirin yek ji herêma herî aram a bakurê Sûriyeyê ye. Niha dewleta tirk bi hinceta hebûna YPG’ê dixwaze wê aramiyê ji holê rake. Bes ji bilî dewleta tirk tu hêz û derdor, der barê Minbic û herêmên din ên ku ji aliyê HSD’ê ve ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin de, wekî Tirkiyeyê nafikirin. Di demeke ku Rûsya bang li Îran û Tirkiyeyê kiriye da ku ji axa Sûriyeyê derkevin de AKP dixwaze cihê xwe xweştir(!) bike. Lê gelo bi rastî jî ew ê bikaribe ev mexseda xwe bibe serî, encax wê bi demê re derkeve holê.

Niha em ê meseleya Minbicê li vir bihêlin û hinek bi paş ve biçin. Bi serokdewletiya Trump re stratejiya DYA’yê ya li herêmê ku ji aliyê Obama ve bi ‘ziravî’ û ‘nixumî’ dihat bipêşxistin, êdî ‘aşkera’ tê kirin. Trump bi Siûdî û Misrê re tevî Emaretên Erebî revîzyona Projeya Mezin a Rojhilata Navîn aşkera kir. Hevserokên vê serdema revîzyonê jî wisa xuya ye ku Siûdî û Lîga Erebî dê bike. Dîsa lingê din a vê revîzyonê jî bi serpereştiya Yekitiya Ewropayê –nemaze jî Fransa (Macron)- bi Israîlê re temam dikin.

Li hemberî van hemleyên hêzên rojavayî, ji milê rojhilat ve jî Rûsya wekî aktoreke dij-revîzyonîst cihê lingê xwe xweş dike. Li Sûriye, Tirkiye û Qeterê bi rêya bicihkirina S-400’an de wekî hemleyên kişikê hewl dide eniya rojavayî qels bike. Lê di serdemeke ku pergala kapîtalîst di nava xwe de dirize û êdî nema dikare çareyê ji bo birînên xwe jî bibîne dê dîplomasî û hemle wekî serdema şerê sar ê cîhanê bi nazikî nebin. Tê zanîn di serdema şerê sar de jî DYA û Rûsya li hemberî hev bi rêya bicihkirina moşekên nukleerî yên li welatên cîranên hev gef li hev û li hemû dinyayê dixwarin. Baş tê zanîn ku di serdema şerê sar de her çend demografî neguherîbin jî nexşeya Ewropayê guherî. Niha di vê serdemê de jî wisa xuyaye ku dê nexşeya Rojhilata Navîn biguhere.

Ji ber vê yekê ye ku li dijî S-400’ên Qeterê, Erebistana Siûdî gefa şer li Qeterê dixwe. Ev gef her çiqasî ji devê Qral Selman bîn Abdulazîz li hemberî emîrê Qeterê Tamim bîn Hamad el Tani hat xwarin jî lazim e mirov vê yekê wisa şîrove bike; Trump gefan li Pûtîn dixwe. Niha ev metirsî di asta gefên li hemberî hev ên devkî de ye lê heke ev gef veguhere şerekî li Kendava Erebî dê ev yek wekî tesîreke domînoyî hemû herêmê bide ber xwe.

Niha em piştî van geşedanan li meseleya Minbicê vegerin. Heke leşkerên tirk têkevin Minbicê, dibe ku rayedarên tirk di destpêkê de vê yekê wekî serkeftinekê jî bi nav bikin lê dê piştre derkeve holê ku wekî mêşên li ser hingiv datîne; lê ev hingiv dê dawiya wî bîne. Ne tenê li Minbicê ev yek ji bo Cerablus, Bab û Efrînê jî derbasdar e. Heta Tirkiyeya ku dixwaze li ser Sûriyeyê serwer bibe, îhtimal e ku giravên li Egeyê tevî Kibrisê jî ji dest bide.

Albuma Nûçeyê