NÛÇE

‘Li min xistin, ez kêr kirim û gulebarankirin’

Dem : 19 Pûşper 2018 Sêşem

Namzedê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz û peyayên wî li navçeya Pirsûsê di dikana esnafê bi navê Haci Esvet Şenyaşar de bi çekan êrîşî welatiyan kiribû. Di encama êrîşê de jî tevî bav Şenyşar, du zarokên wî Celal û Adil Şenyaşar jî bi hovane hatin qetilkirin. Di heman êrîşê de ji zarokên Şenyşar Mehmet Şenyaşar û Ferît Şenyaşar jî birîndar bûbûn. Têkildarî mijarê şahidê bûyerê Mehmet Şenyaşar axivî.

Mehmet Şenyaşar dema ku li Dîlokê li nexweşxaneyê dihat dermankirin û piştî ku derket, hatibû binçavkirin. Piştî îfadeya wî ya li midûriyeta emniyetê jî hatibû berdan. Şenyaşar têkildarî êrîşa hovane ya AKP’iyan ji rojnamegerên Ajansa Mezopotomyayê (MA) Muhamed Abdulkadîr Esen re axivî. Şenyaşar diyar kir ku her kêliyeke êrîşê li ber çavê wî ne û wiha domand: “Ji bîra min naçin. Di kameraya dikana me de lêkolîn bikin. Dê her tişt zelal bibe.”

‘Tekerên ambûlansê teqandin’

Şenyaşar di berdewamê de jî bûyer wiha vegot: “Ez bi saxî çûm nexweşxaneyê. Ez xistim odeyekê û ez ji hişê xwe ve çûm. Di wê demê de li min xistin.  Li ser sedyeyê jî ez kêr kirim. Di odeya ku polîs li cem min bûn, gule li min reşandin. Dema ez sewqî nexweşxaneyeke din kirim jî tekerên ambûlansê teqandin. Dema ez li nexweşxaneyê dihatim dermankirim, polîsan ji min re got ‘Tu kesê te nîne? Çima tu kes li cem te namîne?’ Nehiştin ku tu xizmên min bi min re werin.”

Birayên xwe di nav xwînê de dîtin

Di berdewamê de jî Şenyaşar da zanîn ku ew di kêliya êrîşê de li dikanê nînbû û wiha got: “Min çawa bûyer bihîst, ez bi lez û bez çûm dikanê. Dema ez gihîştim jî gelek polîs li ber derî bûn. Dema ku ketim dikanê, min dît ku birayên min Celal û Adil di nav xwînê de ne. Ez şaş bûbûm û min nedizanî dê çi bikim. Min ji yên derdorê re got ku gazî ambûlansê bikin. Ambulans dereng hat. Cîranên me alîkariya me kirin. Piştre jî em bi ambûlansê çûn nexweşxaneyê.”

‘Alîgirê AKP’ê digot ‘van bikujin’’

Şenyaşar diyar kir ku dema ku gihîştin nexweşxaneyê li baxçeyê nexweşxaneyê alîgirên namzedê AKP’ê bi çekan amade bûn û ew kêlî wiha anî ziman: “Alîgirên wan careke din êrîşî birayên min kirin. Ez li hundir li derdorê çûm û hatim. Alîgirekî namzedê AKP’ê wiha qîr dikir ‘Van bikujin. Ev xayînên welat in.’ Pişt re bi destê min girtin û ez xistim odeyekê. Ez li erdê dirêj kirim û pêl li serê min kirin. Pir zêde li min xistin. Bi bandora lêxistinê ez ji ser hişê xwe ve çûm. Dema ez bi ser hişê xwe ve hatim jî li ser sedyeyê bûm. Dema ez li ser sedyeyê jî alîgirên AKP’ê ez kêr kirim. Li kêleka min jî birayê min ê Ferît di nav gola xwînê de hiştibûn.”

Li pêş çavên polîsan gulebaran kirin

Şenyaşar bilêv kir ku xebatkarên nexweşxaneyê ji tirsan nedikarîn tiştekî bikin û wiha berdewam kir: “Ez û birayê min Ferît xistin heman odeyê. Lê alîgirên AKP’ê ketin hundir. Polîs jî di hundir de hebûn. Polîsan ji alîgirên namzedê AKP’ê re tiştek nedigot. Piştre jî xizmekî wekîlê AKP’ê ket hundir. Bi çekê guleyek berê min da. Min teqlîda miriyan kir. Pişt re bi kulman li birayê min Ferît dan. Bi çavsorî êrîş dikirin. Dema em li ambûlansê siwar kirin jî êrîş kirin. Hêj ambulans li baxçeyê nexweşxaneyê bû, dengê çekan dîsa hat. Tekerên ambûlansê teqandin û cama pêşiyê şikandin. Min got ez ê bimirim. Piştre xebatkarekî got ‘ger walî nehatibûya em ji vir bi saxî dernediketin’. Piştre ambûlans bi lastîkên teqandî derket rê. Xebatkarekî got ‘heta emniyetê wisa biçe.’ Ekîbek polîs jî danîn cem me. Em bi wan re jî birin Midûriyeta Polîsan a Pirsûsê.”

‘Bi qasî misqalê jî sûcê me nînbû’

Di dawiyê de jî Şenyaşar ev tişt parve kirin: “Em ji wir jî bi ambûlanseke din bi tenê şandin nexweşxana Dîlokê. Dema em li nexweşxaneyê peya bûn, min derûniya xwe baş nedît. Min digot qey dê li wir jî niha êrîşî me bikin. Min li nexweşxaneyê dît ka çiqas birîndar im. Birayên min li hemberî kaleşnîkofan, xwe bi daran parastin. Birayên min êrîşî wan nekirin. Xizmên namzedê AKP’ê û alîgirên wî êrîşî birayên min kirin. Min li dozgeriyê jî ev îfade dan. Me heta niha zirar nedaye tu kesî. Biqasî misqalê jî sûcê me nîne. Em di halê xwe de dijiyan. Ev 25 sal e jî em li Pirsûsê esnaf in. Me ev tişt heq nedikir.”  DÎLOK

Albuma Nûçeyê