ÇAND Û HUNER

Li Mexmûrê amadekariya mîhrîcanê

Dem : 08 Pûşper 2018 În

Hîlal RIZGAR /MEXMÛR

Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê (NÇHM) ve cara yekemîn ji 1’ê tîrmehê heta 3’ê tîrmeh’ê ji bo zarokên penaber wê mîhrîcan were lidarxistin.

Ji bo amedekariyên mîhrîcanê bê navber zarokên wargehê bi kelacanek pir mezin xwe ji bo mîhrîcanê amede dikin.

Beşên di mîhrîcanê de cih digirin wekî; muzîk, foklor, şanoyê ne. Wê ji her aliyê Kurdistanê ve zarok tevlî mîhrîcanê bibin.

Mamosteya bi navê Sîdar Yaman a perwerdeya muzîkê dide zarokan têkildarî amadekariyên mîhrîcanê wiha got: “Armanca me ya lidarxistina vê mîhrîcanê ew e ku em ji her aliyê Kurdistanê ve zarokên kurd bînin gel hev û jiyanê bi her rengî nas bikin. Dîsa em dixwazin ku berhemên zarokên Mexmûrê yên penaber, ji aliyê zarokên din ve jî bê dîtin û zarok ji hev feyzê bigirin. “

‘Zarokên penaber ên afirîner

Sîdar Yaman bal kişand ser delalî û zîrekiya zarokan û wiha pê de çû: “ Tevî zor û zehmetiyên ku penaber dibînin jî dîsa zarok xwedî taybetmendiyek hunerî û afirîner in. Ji bo dîtina berhemên zarokên penaber em hêvî dikin ku zarokên ji her parçeyên Kurdistanê tev li mîhrîcanê bibin. Ji bo vê mîhrîcanê jî zarok bi kelecanî û coşek mezin tev li xebatên amadekariyê dibin.”

Her wiha mamoste Medya Yaman jî anî ziman ku zarok siberoj e divê mirov li siberoja xwe xwedî derkevin û bang li hemû welatiyên li Kurdistanê dijîn kir ku bi awayekî xurt tev li mîhrîcana zarokan bibin.

Yaman bi taybet bang li zarokên bajarên başûrê Kurdistanê yên Hewlêr, Kerkûk, Şengal û Silêmanî dîsa tevahî zarokên rojavayê Kurdistan kir kû tev li mîhrîcanê bibin.

Albuma Nûçeyê