ÇAND Û HUNER

Li Mêrdînê gundê Melekê Tawis!

Dem : 05 Îlon 2018 Çarşem

Zeynel BULUT/MÊRDÎN

Gundê Tawis beriya qirkirina mezin a sala 1915’an hemû êzidî bûn. Hinek hatin kuştin, hinek reviyan û hinek jî bûn misilman. Ji êzidiyên gund tenê mala Caro ma. Neviyê Caro yanî Apê Hozo piştî salan vegeriya ser koka xwe û dîsa bû êzidî

Her netew an jî bawerî ji xwe re remizekê dibijêr e û ew remiz nerîna wan dide nîşandan. Êzidiyan jî ji bo xwe Teyrê Tawis dihebîn e. Li gorî baweriya êzidiyan Teyrê Tawis di ser hemû teyran re ye û Melekê Tawis e. Teyrê Tawis di nav hemû teyran de yê herî bi huner û xwedî mehrîfet e. Di heman demê de rengê hemû ciwantiyê di baskên xwe de dihebîne. Di baskê Teyrê Tawis de remiza dişibe çavan heye. Dema baskê xwe vedike wekî tîrêjên tavê yanî rojê xuya dibe ku roj di baweriya êzdatiyê de pîroz e û wekî nûra Xudê tê hebandin. Melekê Tawis di ser hemû melekan re ye û melekê ji vê nûrê hatiye afirandin e.

Ji ber hezkirina êzidiyan a ciwantî, şewq û ronahiyê vê remzê wekî remiza ciwantî, ronahî û di ser hemû melekan re ye pîroziyek lê hatiye barkirin. Tawis ji du peyvan pêk tê “Ta”, an jî “Tav” û “wis”, an jî “us”. “Ta”-“Tav” di zimanê arî yanî kurdî de roj, nûra rojê û germahiya wê ye. Di heman demê de Tawus di zimanê babîliyan de ji temuzê tê. Temuz di babîliyan de afirîner, yanî Xuda ye. Temuz bi kurdî jî tîrmeh tê gotin yanî meha ku tîrijên tavê bi awayekî rast xwe dide dinyayê. Tav û tîrijên wê ji bo êzidiyan xwedî girîngiyekê ye.Di baweriya êzidiyada de Melekê Tawis ji aliyê Xudayê Ezda hatiye afirandin û pêywira afirandina gerdûn û mirovatiyê dayê ku bi xwe jî wekî Melek û Xuda ye. Êzidî îbadetê xwe ji bo Melekê Tawis dikin.

Niha cih û warê êzidiyan Şengal e. Êzdatî baweriyeke herî kevn a li Kurdistanê ye. Lê belê di dîrokê de gelek caran bi qirkirinan re rûbirû mane û li gelek deveran belav bûne. Yek ji gundê dîrokî yê Şemrexa Mêrdînê jî navê wî Tawisî ye. Navê vî gundî bala min kişan. Li ser îhtimala navê gund ji Melekê Tawis tê min dest bi lêkolînekê kir. Dema ez çûm gund, ji axaftina gundiyan û çavdêriyên xwe yên şûnwarên dîrokî min fêm kir ku tiştê difikirim rast e û lazime bi hûrgulî lêkolînekê bikim.

Belê navê Tawisî yê din jî Hebîs e. Hebîs tê wateya hebsê yanî hepisxaneyê. Hebîs di heyemekê de gundikê (mezra) Tawisiya kevne ku çend km dûrî vî gundî ye. Tawisiya kevn di fermana Qirkirina Ermenî û Êzidiyan de hatiye xirakirin.  Piştî qirkirina êzidiyan û hilweşîna Tawisiya kenv, gundikê Hebîsê navê xwe kiriye Tawisî û Tawisiya ku cih û warê êzidiyan jî di nava civakê de wekî Tawisiya kevn hatiye binavkirin. Niha li Tawisiya kevn tu kes najî û hemû jî hilweşiyaye. Kevir û bermahiyên avahiyên dîrokî jî welatiyan anîne pê xanî, mizgeft û avahî lêkirine.

Çîroka malbata Hûtê

Tawisiya niha ku berê bi navê Hebîs gundikê Tawisiya kevn bû ji aliyê malbata Hûtê ve hatiye avakirin. Malbata Hûtê texrîben di sedsala 18’emîn de ji navçeya Pasûra Amedê hatine. Li gorî tê gotin li herêma Pasûrê Mîrek hebûye û ev mîr zordestek e. Rojekê Têlî yê birê Hûtê ji kurê xwe re qîzekê dixwaze. Mîr pê diese û dibêje, ‘Lazime şeva destpêkê hûn bûkê ji bo min bînin’ Têlî û birayên xwe bi hev dişêwirin. Têlî ji birayê xwe re dibêje, ‘Ezê çaşefê li xwe bikim, xencera xwe têxim paxila xwe û wekî bûk biçim cem mîr. Dema mîr nêzî min bibe ezê wî bikujim. Ji xwe wê zilamên mîr me li vê herêmê nehêwînin. Hûn jî barbikin biçin. Heke ez mîr bikujim, ezê xwe bigihînim we.” Têlî wiha jî dike û diçe mîr dikuje. Tê gotin ku çar bira bûne. Têlî û Hûtê hatine Şemrexê û du birayên wan yên din jî çûne cihekî din. Dema hatine Têlî li Şemrexê bi cih bûye û Hûtê jî hatiye Hebîsê ava kiri ye.

Şûnwareke dîrokî ye

Gundê Hebîs yanî Tawisiya niha ava jî xwedî dîrokeke kevnar e. Li gund bermahiyên serdema Roma, Bîzans, Asûrî û Ermeniyan hene. Bi navê gund şikeftek jî heye, yanî şikefa Hebîs. Şikeft di kundarê çiyê de hatiye çêkirin û bi qasî 40 mîtroyî firehiya wê heye. Ev şikeft di serdema xwe de wekî zindan hatiye bikaranîn û di serdemekê de jî li gorî niştecihên gund dibêjin, wekî perestgeh ango cihê îbadetê hatiye bikaranîn. Ji aliyê kîjan şaristanî û bawriyê bi çi armancê hatiye bikaranîn nayê zanîn.

Li gund ji derveyî Şikefta Hebîsê, şikefteke din a mezin heye lê naye zanîn ku bi çi armancê hatiye bikaranîn. Ev şikeft jî ji aliyê welatiyan ve tê bikar anîn û niha deriyekî mezin ê ji hesin li ber şikeftê xistine. Di heman demê de 3 şikeftên niha vekirî ku di hundirê wan de gor ango mezel hene heye. Di heman demê de li jorê Şikefta Hebîsê yanî li şûnwarê dîrokî yê gund bi dehan bîrên avê yanî sarinc hene. Tenê ji van sarincan 15 heb vekirîne û yên din jî xitimîne. Di heman demê de li vî gundî gelek bermahiyên dîrokî yên wekî pereyên kevn, şûr, rim, tîr, peyker, û hwd. ku ji aliyê gundiyan ve di dema kolana hîmê xaniyan û çotkariyê de hatine dîtin ji aliyê dewletê ve hatiye desteserkirin. Hin ji wan bermahiyên dîrokî niha li Muzeya Mêrdînê tê pêşandan.

Li ser şopê em diçin Bîrika Cano

Belê ji bo me ya girîng ew e ku emê çawa piştras bikin ku Tawisiya niha yan jî Tawisiya kevn bê çawa gundê êzidiyan e. Lewre gundiyên ku em bi wan re diaxivin dibêjin, navê Tawisî ji êzidiyan tê. Lê belê der barê êzidiyan de tu agahiyeke zelal nizanin. Bê guman em pêşiya vê yekê bernadin û dipirsin, qet kesî li vê derê qala êzidiyan nekirine, niha li ku ne, kî dizanin. Ji me re dibêjin li gundikê Bîrika Cano, Xeto (Hatîp Kaya) heye, dibe ku ew dizanibe. Em jî berê xwe didin Bîrika Cano cem apê Xeto. Piştî çûna rêyek nexweş em digihêjin Bîrikê. Niha li gund tenê mala apê Xeto heye. Li gel germa havînê me li bin siya dara berûyê bi apê Xeto re dest bi sohbeta xwe kir. 

Ji êzidiyên Tawisî tenê mala Caro maye

Em dixwazin apê Xeto ji me re qala Tawisiya kevn û êzidiyên li wî gundî jiyane, bike. Apê Xeto jî dibêje; “Navê Tawisî ji Melekê Tawis tê. Berê li Tawisî êzidî jiyan e lê dema Qirkirna Ermenî û Êzidiyan bi fermana dewletê, ligel hêzên dewletê misilmanan ew di qirkirinê re derbas kirine. Êzidiyên gundê Tawisî jî hatine qirkirin û yên rizgar bûne jî reviyane, gelek ji wan bi zorê bûne misilman. Niha ji êzidiyên Tawisî tenê mala Caro maye lê belê ew jî bûne misilman. Neviyên wan ên ku li ser eslê xwe vegiriyane jî tê gotin hene.”

Şop gihişt Amedê

Li ser agahiyên ku me bi dest xist em berê xwe didin Amedê. Lewre ji êzidiyên ku navê wan derbas dibe yên ji mala Caro niha li Amedê dijîn. Tenê di destê me de nav û reqema telefonekê heye. Lazime ev dîrok û serpêhatiyê vî gundê Tawisî û êzidiyên vî gundî derkeve holê û bê zanîn. Ji xwe tiştekî pêşdetir ku em bikin tune. Tenê tiştê ji destê me tê ew e ku em vê rastiya hanê û tiştên hatine jiyîn derxin holê. Hêviya me ew e ku ji niha pê ve derbarê vî gundê Tawisî û serpêhatiyên niştecihên vî gundî ku êzidîne bê zanîn. Dîrok jî bi awayekî rast bê nivîsîn.

Dewlet fermana gundê wan jî radike

Li Amedê me xwe gihand neviyê Caro, Îsmaîl Ozmen ku niha 65 salî ye. Li nêzî Deriyê Mêrdîn ê navçeya Sûra Amedê me hev du dît. Em bi hev re çûn Himama Dawa ku di nava gel de wekî  Himama Deve jî tê bi nav kirin. Cihekî dîrokî ye û niha hatiye restorekirin û bûye cihê rûniştin û bênvedanê. Di esasê xwe de navê apê Îsmaîl, Hozo ye. Dema hatiye dinyayê bavê wî xwestiye navê wî bike Hozo lê karmendê dewletê yê nifûsê qebûl nekiriye û navê wî Îsmaîl qeyd kiri ye. Lê ew dixwaze em bi navê Hozo hîtabî wî bikin. Apê Hozo dibêje ew neviyê Caro ye.

Em dixwazin hîn bibin bê ev Caro kî ye, ji qirkirina êzidiyan çawa rizgar bûye? Li ser vê daxaza me apê Hozo dibêjie, ew ji gundê Tawisî ne yanî Tawisiya kevn û van tiştan tîne ziman: “Ev gund hemû êzidî û qismek jî ermenî lê dijiyan. Di qirkirina ermenî û êzidiyan de dewlet fermana gundê wan jî radike. Dibêje yan hûnê bibin misilman ku ew jî rewakirina qirkirinê ye û yan jî hûnê di qirkirinê re derbas bibin. Wisa jî dike. Bi pêşxistina gotine, ‘kî ermenî û êzidiyan bikuje dê biçin cinetê’ pêşî li qirkirinê vedike. Wê demê ku niştecihên gundê Tawisî hemû êzidî û hin jî ermenî lê hene hemû di qirkirinê re derbas dibe. Komkujiyek pêk tê. Dest datînin ser mal û milkên wan. Talan dikin. Hemû xanî û bermahiyên dîrokî hildiweşînin. Piraniya vê hilweşandinê jî li ser hesabê ku di cihê dîrokî û xaniyan de zêr hene pêk hatiye.”

Apê Hozo tîne ziman ku ji wê qirkirinê kalê Caro û birayê xwe Biro rizgar bûne û van agahiyan bi me re par ve dike: “Kalê min Caro û birayê xwe Biro ku zarokin ji aliyê Eliyê Hûtê yê li Hebîsê ku niha navê gund bûye Tawisî ve tê hebandin. Piştî Tawisiya ku gundê êzidiya hildiweşe û ji ber Hebîs mezra Tawisî ye navê Hebîsê dikin Tawisî û Tawisiya esasî ya êzidiyan jî wekî Tawisiya kevn tê bi nav kirin. Eliyê Hûtê, kalê min Caro û birayê wî Biro xudî dike, dike misilman, mezin dike û dizewicîne. Navê bavê min Şiko ye û kurê Caro ye.”

‘Bi şûjinê çavên êzidiyan derdixistin’

Kêm zêde derbarê qirkirinên êzidî û ermeniyan de em xwedî agahî ne. Lê belê em dixwazin vê yekê ji apê Hozo jî hîn bibin. Apê Hozo dibêje kalê wî Caro her tim ji wan re qala qirkirinê kiriye û gotiye, ‘Bi şûjinê çavên êzidiyan derdixistin. Yên vê yekê dikirin jî misilman bûn beg, şêx û axa bûn. Bi destê dewletê ev yek dikirin. Bi rêya dîn jî fetwa derxistibûn. Bi zorê em bûn misilman’. Apê Hozo di berdewamî vant tiştan dibêje: “Li Tawisiya Kevn gorên êzdiyan hebû ye. Li ser gorê êzidiyan sembola Melekê Tawis hebûye lê hemû hatine xirakirin. Laleş hebû ye, li ser dîwar û tehtan remza mehr û Melekê Tawis hebû ye lê belê hemû jî hatine xirakirin û texrîpkirin.”

Vegeriya ser êzdatiyê

Apê Hozo tîne ziman ku heta niha wan nasnameya xwe veşartine û bi derketina Tevgera Azadiya Kuristanê re êdî xwedî li nasname û baweriya xwe derketine û li xwe vedigerin û van tiştan tîne ziman: “Min quran û mewlûd xwendiye. Lê ji 88’an û vir ve ez vegiriyame ser baweriya xwe. Niha li gorî Mishefa Reş ez îbatetê xwe dikim. Her sibê beriya ku roj hilê ez dertêm ser xanî, berê xwe didim rojê û duayan dikim. Ji Melekê Tawis, Şêx Adî, Zerdeşt, qewmê xwe û şehîdên azadiyê re dia dikim. Dema roj dertê jî îbadeta xwe bi dawî dikim.”

Di malekê de du bawerî

Apê Hozo li gel rûtielên xwe yên olî pêk tîne jî lêkolînên xwe yên li ser êzdatiyê jî berdewam dike. Lewre li derdora wî êzidî tune û ev jî dibe sedem ku hemû baweriya xwe bi derengî hîn bibe. Di malbatê de niha apê Hozo û birayê xwe Elî vegeriyane ser ola êzdatiyê û wiha dibêje: “Birayê min Elî jî bi min re vegeriya êzdatiyê. 3 xuşkên min hene ew jî li ser ola îslamiyetê ne. Zarokên me û hevsera min jî li ser ola îslamiyetê ne. Lê ji êzdatiya me jî kêfxweş in.”

Hemû ferdên malbatê jî bi rêzdarî nêzî baweriya wan dibe. Lê belê ji roja ku apê Hozo vegeriyaye ser baweriya êzdatiyê ew û hevsera xwe di malekê de wekî xuşk û bira dijîn. Lewre li gorî herdu baweriyan jî zewaceke bi kesekî ji oleke din re nabe û wekî ‘heram, guneh’ tê hesibandin. Di heman demê de di êzdatiyê de du zewac jî qedexe ye û apê Hozo jî nazewice.

Belê em gihiştên wê encamê ku Tawisî gundê êzidiyan e û navê gund jî ji Melekê Tawis tê. Lê ev gundê di qirkirinê re derbas bûye û êziyên ku bi zorê kirine misilman jî neviyên wan careke din vegeriyane ser baweriya bav û kalên xwe. Neviyê Caro yê ji gundê Tawisî, Hozo niha êzdatiya xwe dijî û bi êzdatiya xwe jî ser bilind. Bê guman ew êşa qirkirina êzidiyan wî jî diêşîne û pê gelekî xemgîn e.  

Çênde wêneyên ji gund

 

Albuma Nûçeyê