CÎHAN

Li Marsê ji bo jiyanê kişfeke mezin hat kirin

Dem : 09 Pûşper 2018 Şemî

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Fezayê ya Amerîkayê (NASA) ku li Marsê bi pey şopa jiyanê ketiye, li gerestêrkan sor madeya herî kompleks tespît kir. NASA’yê daxuyand ku ew di ser hebûna gaza metanê de gaveke din jî nêzî kifşkirina jiyana li Marsê bûne. Rayedaran da zanîn ku ev kifş ji bo lêkolînên li Marsê zêdetir wan teşwîq dike. 

Ji dema ku mirovahî hişê xwe bi kar aniye, tim bala wê li ser fezayê; li ser stêrk, astreoîd, gerestêrk, heyv û rojê bûye. Lêkolînên arkeolojîk derdixin holê ku ji serdema babîliyan ve xebatên li ser astronomiyê hatine kirin. Ji wê demê ve belkî jî mirovahî cara yekem e ji bilî dinyayê şopa jiyanê dîtibe. 

Li gorî lêkolîneke ku di kovara Scîence de weşiyayî amûra Curîosîty ku şandibûn Marsê di berbelavbûna gaza metanê de têkildarî guherîna demsalan delîl dîtin. NASA’yê diyar kir ev gaza ku nîşaneya hebûna biyolojîk e ji gerestêrkê bixwe tê. Metan li tebeqayên qeşayê yên bin rûzemînê dikare were stokkirin. Li nav kratera Galeyê ku tê gotin berê golek bûye, bi kûrahiya 5 santîman, ji latên 3,5 milyar salî eşantiyonên madeyên organîk hatin bidestxistin.

Dibe kişfên baştir jî bên kirin
Yek ji nivîskarê sereke yê lêkolînê yê ku li navenda Goddardê ya NASA’yê dixebite astrobiyolojîst Jennîfer Eîgenbrode têkildarî vê kişfa mezin ev tişt gotin: “Ev pêşketineke berbiçav e, ji ber ku ev nîşan dide ku madeya organîk li derdora herî dijwar a Marasê jî tê parastin.” Eîgnbroe ku ji AFP’ê re got ku dê xebatên wan ji niha pêve zêdetir bi hûrgilî bin û ev tişt li axaftinên xwe zêde kirin: “Ji bo şopa jiyanê dibe ku em tiştekî baştir bibînin.”

Pêkhateyên organîk hîma jiyanê ne
Sala 2012’an amûra Curîosîty ku çûbû gerestêrka sor, 2014’an kêm jî be madeyeke organîk kifş kiribû. Sanheev Gupta ku li Koleja Emperyal a Londrayê profesor zêanînên cîhanê ye û her wiha hevnivîskarê lêkolînê ye, wiha axivî: “Ev lêkolîn pêkhateyên kompleks ku di nav tortê de hatî kişfkirin bi berfirehtir nîşan dide. Ev nayê wateya ku jiyan heye lê pêkhateyên organîk hîma jiyanê ye.”

Taybetiyên kratera Galayê
Gupta got ku eşantiyonên madeyên organîk dibe ku ji meteorekê an jî karbon, kevirê kîlî yê reş an jî ji formasyonên jeolojik ên hevnirxê wê yan jî ji têşeyekî jiyanê hatibe. Gupta li ser kratera Galeyê jî ev şîrove kir: “Heke li ser Marsê bûbe, ji bo jiyanê cihê herî guncan e.”
Ji zanîngeha Tubîngenê ya Elmanyayê Inge Loes ten Kate têkildarî mijarê wiha axivî: “Ev kişf teza jiyana potansiyel a li ser Marsê destek dike.” Curîosîtyê nîşan da ku kratera Galeyê dişibe şertên pêkhatina dinyayê ya beriya bi 3,5 milyar salî.”

Albuma Nûçeyê