NÛÇE

Li Madimakê qurbanî tên bibîranîn

Dem : 02 Tîrmeh 2018 Duşem

Bi hezaran welatiyên ji hemû deverên Tirkiye û Kurdistanê ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiya Madimakê herikîn Sêwasê. Di bîranînê de komkujî hat şermezarkirin û bang hat kirin ji bo darizandina kiryarên komkujiyê têkoşîna hevpar bê meşandin

Ji bo bîranîna salvegera 25'emîn a komkujiya Sêwasê, bi tevlêbûna bi hezaran kesî çalakî hat lidarxistin. Bi hezaran welatiyên ku ji hemû deverên bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê û gelek deverên cîhanê hatin li ber cemxaneya li Taxa Alîbaba ya Sêwazê kom bûn.

Girseya ku li vir bi hev re taştê xwar, bi komî çûn ber otela ku 33 kes lê hatibûn şewitandin. Di çalakiyê de malbatên kesên ku di komkujiyê hatine qetilkirin, parlementerên HDP û CHP’ê û nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî amade bûn.

Bi dirûşman dewlet şermezar kirin

Çalakî bi meşê dest pê kir. Bi hezaran welatiyan li taxa Alîbaba dest bi meşê kir û wêneyên kesên ku jiyana xwe ji dest dane û tembûr hil dan. Di meşê de bênavber dirûşmên weke ‘Maf, hiqûq û edalet’, ‘Dewleta kujer dê hesab bide’û ‘Ên Sêwas şewitand damezirînerên AKP’ê ne’ berz kirin. Ji destpêka meşê heta dawiyê bênavber peyamên yekitî û pêkvejiyanê hatin dayîn û berxwedana Kawayê Hesînkar hat bibîrxistin.

‘Edalet dê bi destê gelan pêk bê’

Di meşê de her wiha pankartên bi nivîsên ‘Silav ji we re ey kesên bi agir semahê digirin’, ‘Em ê nebin elewiyên dewletê’, ‘Bila Madimak bibe muzeya şermê’û ‘Edalet dê bi destê gelan pêk bê’ hatin vekirin. Her wiha girseyê pankarteke ku li ser ‘Ji bo Dêrsimê, ji bo Mereşê, ji bo Çorûmê, ji bo Sêwasê, ji bo mirovahiyê’ hate vekirin.

Nehiştin girse biçe pêşiya avahiyê

Meş heta pêşiya otela Madimakê ku niha veguherandine Navenda Çand û Zanîn ya Rêveberiya Taybet a Bajar, dom kir. Li pêşiya avahiyê polîsan bend danîn û tenê destûr dan ku nûnerên partiyên siyasî û malbatên cangoriyên komkujiyê biçin nêzî avahiyê. Malbatan berê biryar dabûn ku heta otel nebe ‘muzeya şermê’ dê neçin avahiyê. Endamên partiyên siyasî û malbatan jî qurnefîl danîn cihê komkujiyê.

Dê ji hişmendiya rizandî hesab bipirsin

Di bîranînê de berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen destpêkê qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn û ev tişt anîn ziman: “Li pêşiya me pirsgirêkên cidî hene. Yek ji wan jî ew e ku em ji hişmendiya ku mirovan dişewitîne hesab bi pirsin. Avakirina Tirkiyeke ku tu bawerî tê de ji ber cudahiya xwe rastî êrîşan neyên û avakirina Tirkiyeke azad, wekhev û demokratîk, deynê me yê li hemberî 33 canên me ye.”

‘Ger duh pêşî li wehşetê bihata girtin îro rû nedidan’

Bîlgen destnîşan kir ku tevî ku li ser vê wehşetê 25 sal derbas bûne, tevî ku 33 mirov li ber çavê herkesî hatine şewitandin jî hîn kiryar nehatine darizandin û wiha domand: “Ev şermeke mezin e. Ger ku em bi vê wehşeta 1993’yan re rûbirûmabûna, ger me lêpirsîneke cidî vekiribûna û darizandineke bi bandor pêk bianiya û di wijdana gelan de mehkûm bikira,  me şahidiya tu bûyerên din ên tarî, şewitandin û qetilkirina mirovên din nedikir. Divê hemû hêzên muxalefetê yên li welatî pêşdaraziyên xwe yên demên berê dev jê berdin û bên gel hev. Ev yek berpirsyariya wan a li hemberî qurbaniyên Sêwasê ye. Em weke HDP’ê ji bo vê yekê di nav hewldanan de ne û ev yek jî erk û berpirsyariya me ye.”

Dê ev der bibe ‘Muzeya Şermê’

Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) Ganî Kaplan jî diyar kir ku ev 25 sal e li Sêwasê hesab dipirsin û wiha bi dawî kir: “Heta ku em vê derê dikin ‘Muzeya Şermê’ dê têkoşîna me bidome. Di 26’emîn a salvegerê de dê ev der bibe Muzeya Şermê.”

Merasîm bi girtina semahê dom kir. SÊWAS

Albuma Nûçeyê