NÛÇE

Li Licê operasyon û pevçûn

Dem : 13 Pûşper 2018 Çarşem

Li navçeya Licê ya Amedê di navbera leşkerên derketin operasyonê û gerîlayên Kurdistanê de şer derket. Operasyona bi tevlêbûna leşker û cerdevanan a di 10’ê hezîranê de li çoltera gundê Sîse yê navçeya Lîcê ya Amedê hat destpêkirin, didome. Di operasyonê deu balafir û helîkopter jî tên bikaranîn, cih bi cih pevçûn di navbera leşker û gerîlayan de rûdidin. Çavkaniyên herêmî diyar kir ku helikopteran hin herêm bombebaran kir, ketin û derketina herêmê hatiye qedexekirin. Der barê kuştî û birîndaran de tu agahiyeke zelal nehaiye bidestxistin û operasyona li herêmê berdewam dike. AMED

Albuma Nûçeyê