NÛÇE

Li Lêlîkanê çalakiya segvanî

Dem : 11 Tîrmeh 2018 Çarşem

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî çalakiyên gerîlayan parve kir. HPG’ê diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 9’ê Tîrmehê li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa tirk a li ser girê Lêlîkanê çalakiya segvaniyê pêk anîne û di vê çalakiyê de leşkerekî hatiye kuştin.

Her wiha Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li ser çalakiyên li Gumuşhane û Gîresûnê daxuyaniyekê da.

4 leşker hatin kuştin

Fermandarî diyar kir ku hêzên wan di 7’ê tîrmehê de li navçeya Kurtun a Gumuşhaneyê li yekîneyeke artêşa tirk xistine û ev agahî parvekirin: “Di vê çalakiyê de hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin. Her wiha hêzên me di 9’ê tîrmehê de li zozanê Kurubellî yê navçeya Guce ya Gîresûnê li dijî yekîneyeke artêşa tirk çalakî pêk anî û 4 leşker hatin kuştin.” BEHDÎNAN

Albuma Nûçeyê