POLÎTÎKA

Li Kurdistanê navê serkeftinê bû HDP

Dem : 25 Pûşper 2018 Duşem

 

Tevî hemû zext, zordarî, êrîş û qetlîaman jî bi milyonan dengdêr li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çûn ser sindoqan. Di encama hilbijartinan de jî HDP’ê benda zilmê ya hilbijartinê derbas kir û serkeftineke mezin bi dest xist 

NAVENDA NÛÇEYAN

Hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê yên 24’ê hezîranê bi dawî bûn. Di encama hilbijartinê de li gorî daneyên Ajansa Anadoluyê (AA) tifaqa Cumhur a MHP-AKP’ê ji sedê 53.59 rejeyê re 342 parlamenter, tifaqa Milet ji sedê 34.19 rejeyê re 191 parlamenter û HDP’ê jî ji sedê 11.44 rejeya deng re 67 parlamenter şandin meclisê. 

Di heman demê de Selahattîn Demîrtaş ji sedî 8.30, Muharrem Înce ji sedî 30.76, Erdogan ji sedî 52.53 û Meral Akşener jî ji sedî 7.33 deng standin. Bi vê yekê re benda hilbijartinê ku AKP’ê ji bo binxistina HDP’ê danîbû, hate rûxandin. HDP’ê li gelek bajarên bakurê Kurdistanê jî serkeftinên mezin bi dest xistin. 

Amariyan gotin HDP û Demîrtaş
Yek ji cihê ku herî zêde encamên hilbijartinên wê dihatin meraqkirin jî gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye, bû. Di encama hilbijartina li Amarayê ya namzedên serokomariyê de Demîrtaş 174, Erdogan 68, Înce 26, Karamollaoglu 2, Perînçek 2 û Meral Akşener jî dengek wergirt. Di heman demê de HDP’ê 199, AKP 49 û CHP’ê jî 5 deng standin. 
Yek ji cihên ku encamên hilbijartinê dihat merakirin jî Roboskê bû. Li gundê Roboskê yê Şirnexê ku AKP’ê di 28’ê mijdara 2011’an de bi balafirên şer ew bombebaran kiribû û 19 jê zarok 34 welatî qetilkirin, encamên hilbijartinê diyar bûn. Di encama hilbijartina serokkomariyê de Selahattîn Demîrtaş 1200, Erdogan 237, Muharrem Înce 101 û 31 deng jî ji bo yên din çûn. Di hilbijartinên parlamenteran de jî HDP’ê 1231, AKP’ê 179, CHP’ê 67 û yên din jî partiyên din wergirtin. 

HDP li 11 bajaran bû yekemîn
Encamên herî balkêş jî ji bajarên ku AKP’ê îradeya wan bi tayînkirina qeyûman xesp kiribûn bû. Bi taybet jî li bajarên weke Amed, Colemêrg, Şirnex, Agirî û hwd. HDP û Demîrtaş bi rêjeyên berbiçav re bi ser ket. Li gorî vê yekê gelê kurd li Amedê ji sedî 65.78, li Dêrsimê ji sedî 51.25, li Agiriyê ji sedî 62.60, li Mêrdînê ji sedî 59.78, li Wanê ji sedî 59, li Êlihê ji sedî 62.89, li Şirnexê ji sedî 70.79, li Colemêrgê ji sedî 70.08, li Wanê ji sedî 59.50, li Îdirê ji sedî 43.85, li Mûşê ji sedî 49.81, Sêrtê ji sedî 51.70’an re ji HDP’ê re got erê. Bi van hilbijartinan re careke din derket holê ku gelê kurd li dijî qeyûmên AKP’ê li îradeya xwe xwedî derket. 

Albuma Nûçeyê