POLÎTÎKA

Li Kurdistan û Tirkiyeyê dengdayîn bi dawî bû

Dem : 24 Pûşper 2018 Yekşem

NAVENDA NÛÇEYAN

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dengdayîn ji saet 17.00’an ve bi dawî bû. Tê payîn ku encamên hilbijartinan dê di demekê kin de ji hêla YSK’ê ve bi raya giştî re bên parvekirin.

Ji bo hilbijartina serokkomariyê û parlamenteran îro li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 56 milyon û 322 hezar û 632 hilbijêr çûn ser sindoqan. Dengdayîn îro saet 08.00’an de dest pê kir û saet 17.00’an de jî bi dawî bû. Dengdêran di 180 hezar û 65 sindoqan dengê xwe bi kar anîn.

Weke ku tê zanîn bi lihevkirina AKP û MHP’ê, di 18’ê nîsanê de biryara hilbijartinên pêşwext hat dayîn. Piştî xebatên hilbijartinê yên 2 mehan, welatî li hemû bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo hilbijartinên serdema 27’emîn a parlamenteriyê û serokomariyê çûn ser sindoqan. Hejmara temamiya dengdêrên hundir û derveyî welat 59 milyon û 354 hezar û 840 e. Ji van jî 56 milyon û 322 hezar û 632 li hundir û 3 milyon û 47 hezar û 323 dengdêr jî li derveyî welat dengê xwe dan.

Dengdayîna derveyî welat jî bi dawî bû

Di heman demê de li 60 welatên biyanî û li 123 nûnertiyan, ji 7’ê hezîranê heya 19’ê hezîranê welatiyên li derveyê welat dengên xwe dabûn. Dengdayîna ji derveyî welat ku dengdêran dikarin îro jî li deriyên sînor jî dengê xwe bidin, bi dawî bû.

Li Rihayê AKP’ê teror kir

Hêjayî gotinê ye ku di dema hilbijartinê de bi taybetî jî li bajarên bakurê Kurdistanê hêzên polîs, leşker û her wiha AKP’iyan êrîşî HDP’iyan kirin. Li Pirsûsê zêdetirî 3 kes ji hêla mirovên namzedê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin birîndarkirin. Her wiha li gelek cihên din ên Rihayê jî AKP’iyan nehiştin gel biçe ser sindoqan û dengên komî bi kar anîn.

Li gelek bajaran hîle hatin kirin

Li bajarên din ên weke Amed, Çewlîk, Colemêrg, Wan, Sêrt, Erzîrom, Êlih, Agirî, Mûş û gelek bajar, navçe û gundên din jî AKP’iyan dengên amadekirî bi kar anîn. Tevî rojnamegeran, 6 welatiyên alman û îtalî ku ji bo şopandina hilbijartinê hatibûn bakurê Kurdistnê jî ji hêla polîsên AKP’ê ve hatin binçavkirin.

Banga girîng

Li hêla din jî nûnerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û CHP’ê jî bang li hemû dengdêran kirin ku heta ku encamên hilbijartinê ji hêla YSK’ê ve bi awayekî fermî tên destnîşankirin, divê sindoqan bernedin.

Albuma Nûçeyê