CÎHAN

Li Koreya Başûr serkeftina hilbijartinê

Dem : 14 Pûşper 2018 Pêncşem

Piştî peymana di navbeyna Koreya Bakur û DYA’yê de li Sîngapûrê hate îmzekirin, di hilbijartinên Koreya Başûr de Partiya Demokrat a ku li ser kar e serketineke mezin bi dest xist.

Moon Jae-in ku gulana 2017’an bû serokkomar, yek ji wan kesan bû ku nêzîkbûna DYA’yê û Koreya Bakur ji dil dixwest. Bi vê peymanê ku rageşiya ji ber sedema nukleerê kêm bû, serokê DYA’yê Donald Trûmp û lîderê Koreya Bakur Kîm Jong-un li Sîngapûrê peymaneke dîrokî danîn. Piştî peymana li Sîngapûrê li Koreya Başûr di hilbijartina xwecih de Partiya Demokrat a li ser kar serketineke mezin bi dest xist.

Li gorî sê televizyonên sereke Partiya Demokrat 17 şaredarî û 14 walîtî bi dest xistiye. Li paytext Seûlê Park Won-soon ev cara sêyem e ku tê hilbijartin.Tê gotin li Meclisa Netewî Partiya Demokrat ji 12 kursiyan 10 jê standin. Bi vî rengî Partiya Demokrat li Meclisa ku bi 300 kursî ye, ket pêşiya partiya ‘’Ji Koreyê re Azadî’ ya Serokkomarê berê Park Geun-hye û 128 kursî bi dest xistin. SEÛL

Albuma Nûçeyê