CÎHAN

Li Koreya Bakur 120 hezar girtiyên siyasi hene

Dem : 31 Avrêl 2018 Pêncşem

Li gorî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, rêveberiya Pyongyangê zêdeyî 100 hezar kes ji ber nêrînên xwe yên siyasî girtine.

Li gorî rêveberiya DYA; li girtîgehên Koreya Bakur ji 80 hezar heta 120 hezarî, girtiyên siyasî hene. Li gorî îdîaya ku xwe dispêre Rapora Azadiya Olî ya 2017’an a Wezareta Karên Derve ya DYA’ê, gelek girtî ji ber baweriyên xwe yên olî hatine girtin.

Di raporê de hate îdîakirin ku rewşa li girtîgehên Koreya Bakur ‘tirsnak’ e û li ser şert û mercên girtîgehan agahiyeke zelal nîn e.

Rêveberiya Pyongyangê herî dawî sê hefte berê sê welatiyên DYA’ê berdabû. Kesekî ku par li Koreya Bakur hatibû berdan û vegeriya DYA, hate îdîakirin ku ji ber îşkenceya ku lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da. PYONGYANG

Albuma Nûçeyê