NÛÇE

Li Kerkûkê çete tên perwerdekirin

Dem : 12 Tîrmeh 2018 Pêncşem

Endamê Parlamentoya Iraqê yê YNK’î Şiwan Dawidî diyar kir ku li Kerkûkê komeke çekdar ji aliyê dewleta tirk ve tê perwerdekirin û got ku hemû pêdiviyên madî jî dewleta tirk peyda dike. Dawidî anî ziman ku haya hikûmeta Iraqê ji vê yekê jî tune ye

Di vê dema ku li Kerkûk û herêmên din ên bi nakok alozî û êrîşên hin komên çete ketine rojevê de, zanyariyên têkildarî mudaxeleya hêzên derve yên li ser herêmê jî zêde dibin. Li ser zêdebûna êrîşên komên çeteyan ên li ser gundewarên Xurmatû û Kerkukê, pirsên wekî ‘Kî van êrîşan pêk tîne? Kî destek dide?’ hatin rojevê.

Derbarê mijarê de agahiyên cur bi cur tên belavkirin, lê zanyariyek şênber li ser dewleta tirk hat belavkirin. Tê gotin ku dewlet tirk li Kerkûkê komeke çekdar ku ji 500 kesan pêk tê, perwerde dike.

‘Rasterast girêdayî Tirkiyeyê ne’

Têkildarî mijarê endamê Parlamentoya Iraqê yê YNK’î Şiwan Dawidî axivî û got ku koma çekdar ji aliyê Eniya Tirkmenan ve hatiye avakirin, lê rasterast ji aliyê dewleta tirk ve tên perwerdekirin. Dawidî da zanîn ku ev kom nêzî salek û nîv e hatiye avakirin û hemû pêdiviyên madî yên vê komê jî, dewleta tirk pêşwazî dike.

Dawidî destnîşan kir ku wan aliyên peywendîdar derbarê vê komê de agahdar kirine û wiha got: “Piştî ku me ev agahî dan, du roj berê hikûmeta Iraqê bi rêya berdevkê xwe diyar kir ku agahiya wan ji vê hêzê nîn e.”

Divê ev hêz were lêkolînkirin

Dawidî got ku ew daxwaz dikin ev hêz ji aliyê Wezareta Navxweyî û Parastinê ya Iraqê ve were lêkolînkirin û rê li ber hêzek bi vî rengî were girtin.

Parlamenter Şiwan Dawidî bal kişand ku ev hêz li gorî Destura Iraqê nehatiye avakirin û metirsiya wê li ser Kerkûkê heye û diyar kir ku hinek hewl didin vê hêzê bikin beşek ji hêza Heşdî Şebî.

Hêjayî bibîrxistinê ye piştî bûyerên 16’ê cotmehê û dagirkirina Kerkûkê, li herêmê komên çete zêde bûbûn û hatibû gotin ku gelek ji wan girêdayî Tirkiyeyê ne. Her wiha di pevçûneke li derdora Kerkûkê de jî çeteyekî hatibû kuştin û li ser cilên wî ala tirk hebû. KERKÛK

Albuma Nûçeyê