CÎHAN

Li Îtalyayê krîza avakirina hikumetê didome

Dem : 31 Avrêl 2018 Pêncşem

Li Îtalyayê ji hilbijartina adarê ve hikûmet nehatiye avakirin. Caro Cottarellî 27’ê gulanê ji bo ku hikûmetê ava bike hatibû peywirdarkirin lê ji ber ku ji parlamantoyê destekê nestend, nezelabûn zêdetir dibe.

Piştî ku qebîneya koalîsyonê ya ku Tevgera 5 Stêrk (M5) a dijberê Ewropayê ku di hilbijartinê de bûbû partiya yekemîn û partiya rastgirên tûnd Lîga Bakur ji hêla Serokkomar Sergîo Mattarella ve nehatibû qebûlkirin, rewşa bêhikûmetbûnê berdewam kir.

Mattarella peywir dabû Carlo Cottarellî ku hikûmeta teknîk ya ku heta 2019’an wê li ser kar bimîne, ava bike. Lê piştî hevdîtina duh a Cottarallî ya bi Serokkomar re tu lîsteya qebîneyê ava nebû. Li gorî şîroveyên medyaya Îtalyayê ku Cottarelî qebîneyê ava bike jî wê dengê pê ewlebûnê nestîne. Ji ber ku M5 û Lîga Bakur li parlamentoyê xwedî kursiyên herî zêde ne.

NY rewşê girantir dike

Yek ji taybetmendiya sereke ya M5’yê û Lîga Bakur ew e ku berovajî polîtîkayên YE’yê bername diyar kiribû. Van du partiyên ku bernameyeke bi bihayê 250 milyar euroyî daye ber xwe, dihatin sûcdakirin ku Îtalyayê li Herêma Euro bi rengê ‘aboriya bi arîşe’ tê qebûlkirin, bikişînin nav çirava deynan.

Piştî ku biryara hilbijartina pêşwext hate dayîn, duh jî li Îtalyayê rewşa piyaseyan ne baş bû. Rêjeya faîzê ya Îtalyayê 68 puan li xwe zêde kir. Borsaya Mîlanoyê jî bi bihayê 2,65 puan kêm bû.

Piştî hilbijartinê hin daxuyaniyên ku ji hêla YE’yê ve hatibûn dayîn jî rageşî zêde kir. Komîserê berpirsyarê bûdçeyê yê Komîsyona YE’yê Gunther Oettînger got, ‘siyasetan peyam da hilbijartina Îtalyayê’ û wê rê li ber helwestan vekir.

Daxuyaniya Serokê Komîsyona YE’yê Jean Claude Juncker a li dijî Oettînger ku gotibû, ‘qedera Îtalyayê ne girêdayî ferzkirinên siyaseta fînansê ye’ jî têrê nekir.

Tê zanîn ku M5 û Lîga Bakur van daxuyaniyan wê li cem hilbijêran bi kar bînin. Her du partiyan diyar kir ku piştî vê şemî û yekşemê wê biçin cem gel û hem wê redkirina hikûmetê ya ji hêla serokkomar ve û hem jî zexta YE’yê bêjin . ROMA

Albuma Nûçeyê