JIN

Li Îsraîlê jin daketin qadan û tundî şermezar kir

Dem : 06 Berfanbar 2018 Pêncşem

Li paytext Tel Avîv a Îsraîlê bi dehhezaran jin li dijî polîtîkayên tundiyê ya hikûmetê li hemberî jinan daketin qadan.

Jin ji ber neastengkirina kuştina jinan a ji aliyê hikûmetê û qanûnên kêm, serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahu protesto kir û dirûşmên wek ‘Bîbî (bernavka Netenyahû ye) şiyar bibe. Xwîna me ne erzan e’ û ‘Em tên kuştin û hikûmet bêdeng e’ berz kirin. Jin li Qada Habîma 200 pêlavên ku bi rengên sor hatibûn sorkirin û tundiya li ser jinan sembol dikir, rêz kirin. Çalakvanên jin wêneyên jinên ku li Qudsê hatibûn kuştin jî hildan û li ser kolanan boyaxa sor rijandin.

Divê proje bikevin meriyetê

Her wiha rêxistinên ku protestoyan organîze dikin ji hikûmetê xwestin ku plana 59 milyon euro ya ji bo têkoşîna tundiya li hemberî jinan ku sala borî aşkera kiribûn, bixin meriyetê.

Hêjayî gotinê ye li Îsraîlê hefta borî 2 jin hatin kuştin û bi ev kuştina 2 jinan re li Îsraîlê hejmara jinên ku di nava salekê de hatin kuştin derket 24’an. TEL AVÎV

Albuma Nûçeyê