CÎHAN

Li Iraqê encamên hilbijartinê neguherîn

Dem : 11 Tebax 2018 Şemî

Encamên hilbijartina 12’ê gulanê yên ku bi dest hatin hejmartin hatin aşrekerakirin. Guhertinek micid pêk nehat. Piştî gelek gazinên ku hîle hatine kirin bi pêş ketin Desteya Hilbijartina Bilind meha hezîranê biryar da ku dîsa deng werin hejmartin. Li gorî hejmartina ku bi destan hat kirin tifaqa Sarîûn a lîderê Şiî Mukteda Sedr û komunîstan, bi 54 kursiyan bû yekem.

Tekane guherîn têkildarî Tifaqa Fetîh e ku çekdarên Heşdî Şebî yê nêzî Îranê di bin banê wê de civiyane. Tifaqa Fetîh di hilbijartina 12’ê gulanê de 47 kursî bi dest xistibûn û di ya nû de ev bû 48. Her wiha dîsa bû tifaqa duyem.

Lîsteya Serokwezîr Haydar Ebadî 42 kursî stand; lîsteya Iyad Allavî ku gelek sunî jî pê re ne 21 kursî; lîsteya Ammar EL Hakîm Hîkma 19 kursî; li Herêma Kurdistanê jî PDK 25, YNK 17, Goran 5, Tevgera Nifşê Nû 4 kursî standin. Li gorî van encaman tu partî bi serê xwe nikare hikûmetê ava bike. Ji bo 329 wekîlî pêdivî bi tifaqê heye. Piştî ku Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind encamên dawî ragihandin, divê serokkomar di nav 15 rojan de bang li parlamentoyê bike ku bicive, da ku serokkomar hilbijêre. Serokkomar jî di nav koalisyona piranî de wê serokwezîr hilbijêre. BEXDA

Albuma Nûçeyê