CÎHAN

Li Iraqê çi diqewime, kê depoya dengan şewitand?

Dem : 12 Pûşper 2018 Sêşem

Piştî ku biryar hate dayin dengên di hilbijartina parlamenta Iraqê de hatine dayîn ji nûve bên jimartin, li depoya sindoqên dengdanê şewat derket. Hem ji aliyê Ebadî ve û hem jî ji aliyê Sadr ve şewat wekî komplo hat nirxandin

Iraqî roja 12’ê gulanê ji bo hilbijartina parlamenteriyê çûn ser sindoqan û dengê xwe dan. Ya ku di hilbijartinê de bi ser ket,       lîsteya lîderê Şîa Muqteda Sadr a bi komunîstan re bû.

Ji ber ku gelek gilî û gazin li ser dengdanê hatin kirin, biryar hate dayin ku 10 milyon deng ji nû ve bên jimartin. Her wiha hilbijartina hin herêman jî hate    betalkirin.

Hikûmetê amadekarî dikir ku dengan ji nû ve bijmêre. Lê 10’ê hezîranê roja yekşemê, li depoyeke ku deng lê bûn şewat derket. Li depoyê dengên Bexdayê hebûn ku hilbijêrên herî zêde li vê herêmê ne. Hate ragihandin ku şewatê bandor li pisûlayên dengan nekiriye. Li gorî rayedaran, sindoq li saloneke din bûne.

Ebadî dibêje komplo ye

Serokwezîr Haydar El Ebadî êvara yekşemê daxuyaniyek da û şewat weke ‘komployek ji bo tunekirina netewe û demokrasiyê’ bi nav kir. Ebadî wiha axivî: “Em ê hemû tedbîran bigirin û bi tundî li her kesên ewlekariya neteweyê û welatiyan dixe xeteriyê bixin.”

Ebadî diyar kir ku roja ku depo hate şewitandin salvegera dagirkirina Mûsilê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê were zanîn ku ev yek êrîşek li dijî yekparebûna welêt e.”

Li herêma herî mezin a hilbijartinê

Şewat li depoya El Rusafa ya li herêma hilbijartinê ya rojhilatê Bexdayê derket. Ev der herêma herî mezin a hilbijartinê ye. ji sedî 60 ê 2 milyon dengdêrên li paytext Bexdayê li El Rusafayê dengê xwe dan.

Sindoq neşewitîn!

Berdevkê komîsyona hilbijartinê ya El Rusafa Îmed Camîl ji AFP’ê re axivî û wiha got: “Salona ku makîneyên dengdanê û alavên pêwîst ên ji bo   pêvajoya hilbijartinê lê bûn   şewat derket.”

Heman rayedarî diyar kir, sindoqên dengdanê li saloneke din bûn û xetere li ser jinûve jimartina dengan nîne.

Berdevkê Wezareta Karên Hundir General Saad Maan jî ji rojnamevanan re axivî û diyar kir ku tenê materyalên hilbijartinê şewitîne.

Sadr îşareta şerê navxweyî kir

Serketiyê hilbijartinê Muqteda Sadr jî piştî şewatê daxuyaniyek da û li ser şerê navxweyî hişyarî da. Sadr ev nirxandin kir: “Ji bo li Iraqê şerê navxweyî derxînin, Iraqî firotin.” Sadr da xuyakirin ku wê li dijî lîstikan bisekinin.

Sadr wiha dawî li axaftina xwe anî “Iraq birîndar e, welatek e ku pirsgirêkên wê zêde ne. Her tişt bi serê Iraqê ve hat. Dem hatiye ku em li ber dagirkeriyê, li ber terorê rabin. Divê em kêmasiyên li hundir ji holê rakin. Û Iraqê bi hev re ji nû ve ava bikin.” BEXDA

Albuma Nûçeyê