EKOLOJÎ

Li Îranê bandora hişkesaliyê zêde dibe

Dem : 09 Pûşper 2018 Şemî

 Wekîlê Îranê Elî Ekberî got ku hişkesaliyê bandoreke mezin a neyînî li ser zeviyên avî û hêmî kiriye. Li gorî malpera fermî ya înternetê Haneh Melatê ava gemarî ya bajar û sanayiyê gefê li deryayê, çem û qadên hêmî dixwe. Her wiha birîna daran hem ziyanê dide sirûştê û hem jî gelek problemên ekolojiyê jî bi xwe re tîne. Wekîlê îranî Ekberî got ku bi hilberîna petrolê ya li derveyî standartan hewa û avê zêdetir dilewitin. Ekberî got ku şeqitîna axê (erozyon) dibe ku di nav salan de ji sedî 70 deverên hêmî bi ziwabûnê re rûbirû bihêle û pê re jî ji nîvenîv faunaya(rêwek) Îranê tune bibe. Ekberî diyar kir ku qadên hêmî û fauna hatine rewşeke talûke. TEHRAN

Albuma Nûçeyê