POLÎTÎKA

Li Îmraliyê OHAL daîmî ye!

Dem : 13 Pûşper 2018 Çarşem

Hat hînbûn ku li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bursayê, Dadgeha Înfazê ya 1’emîn a Bursayê der barê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ku di Girtîgeha Îmraliyê de ne biryareke nû daye. Dadweriyê ji 2’yê Adara 2018’an de biryara qedexekirina qebûlkirina serdêran, pêwendiya bi nivîskî û hevdîtina bi telefonê û parêzeran û sînordarkirina belgeyên parêzeran ên di vî warî de daye.

Li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) çê kir, di daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bursayê de ji bo 11 cezayên hucreyê yên di navbera sala 2005-2009’an de li Ocalan hatine birîn û biryara desteya dîsîplînê ya der barê 156 rûpel nameyên wî de, wekî hinceta hewldana darbeye ya 15’ê Tîrmehê û operasyona Efrînê ahtiye nîşandan.

Dadgeha înfazê daxwaz qebûl kir

Dadgeha Înfazê ya 1’emîn a Bursayê ku di 2’yê adarê de daxwaza serdozgeriyê qebûl kir, di biryara xwe ev tişt gotin: “Ji ber ku li welatê me OHAL û operasyonên li dijî rêxistinên terorî didomin, dibe ku hikumxwarin di weziyeta pêşengê rêxistina terorî yê PKK’ê de ne, ferman û talîmatan bidin rêxistinên terorî. Li gorî usul û qanûna biryara qebûlkirina daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bursayê hatiye dayîn.”

Parêzerên Ocalan îtîraz kir

Li ser vê biryara Dadgeha Înfazê ya 1’emîn a Bursayê, parêzerên Ocalan li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Bursayê îtiraz kirin. Parêzeran di îtirazê de destnîşan kir ku ev biryar bi her awayî li dijî hiqûqê ye û xwestin ev derhiqûqî ji holê bê rakirin.

Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Bursayê îtiraza parêzeran red kir. Dadgehê biryara Dadgeha Înfazê ya 1’emîn a Bursayê bi vî awayî sererast kir: “Heta 6 mehan qedexekirina qebûlkirina serdêran, heta 3 mehan sînordarkirina pêwendiya bi nivîskî û hevdîtina bi telefonê re, heta 6 mehan qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re û heta 3 mehan sînordarkirina belgeyên dê parêzer bidin.” Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Bûrsayê bi vî awayî biryara Dadgeha Înfazê ya 1’emîn a Bursayê erê kir. STENBOL

Albuma Nûçeyê