NÛÇE

Li gundekî 11 qereqol

Dem : 11 Tîrmeh 2018 Çarşem

Desthilata AKP’ê, Kurdistan veguherandiye qereqoleke servekirî û di pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd de bi sedan qereqol çêkirin. Li gundê Navberoja ya Şemzînanê 11 qereqol hatin çêkirin û gundî berê xwe bidin ku derê qereqol derdikevin pêşiya wan. Leşker nahêlin gundî sewalên xwe bibin ser rûbarê gund av bidin ku ji ber vê leşker zêdetirî 2 hezar TL pere ceza li gundiyan dibire

Şêniyên gundê Navberoja yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê, ji ber polîtîkayên dewletê yên ewlehiyê nikarin li gundê xwe bigerin. Li gundê Navberoja ku 4 hezar kes lê dijî,11 qereqol lê hatine çêkirin. Gundiyên ku ji ber vê rewşê bêzar bûne, anîn ziman ku 4 sal in ji ber van pêkanînan nikarin xizmên xwe yên ku bi qasî gavekê dûrî wan in bibînin. Gundiyan xwest ku dawî li van zext û zordariyan bê.

Dewleta tirk bejahiya bakurê Kurdistanê bi taybetî jî herêmên li ser sînor ên di navbera Bakur û parçeyên din de weke baregehên leşkerî bikar tîne. Yek ji van mînakan jî gundê Navberoja yê Şemzînana Colemêrgê ye. Şêniyên gundê Navberoja ji ber polîtikayên dewletê yên ewlehiyê nikarin li gundê xwe bigerin. Navberoja ku 4 hezar kes lê dijîn, 11 qereqol lê hatine çêkirin. Dema gundî sewalên xwe dibin ser rûbar, leşker destûrê nadin ku sewalên xwe av bidin. Dema ku welatî diçin ser rûbar jî zêdetirî 2 hezar tl ceza lê wan tê birîn. Şêniyên gund ji ber van pêkanînan, ev 4 sal in xizmên xwe yên ku bi qasî gavekê dûrî wan in jî nikarin bibînin.

Der barê mijarê de gundiyan diyar kir ku rewş hatiye wê meheleyê ku êdî nikarin li gund xwe tev bidin.

Rûbar kirine sînor

Cabar Taş anî ziman ku dewletê pêvajoya çareseriyê kiriye pêvajoya çêkirina qereqolan û wiha got: “Bi hezaran malbatên me li aliyê Başûr mane. Di cejnê de jî em nikarin wan bibînin. Rûbarê ku di nav gundê me de derbas dibe, weke sînor hatiye destnîşankirin. Yên ku niha rûbarê gund li me qedexekirine, di dema pêvajoya çareseriyê de tenê 2 qereqol li vir çêkiribûn. Lê niha ev hejmar derxistine 11’an. Ji ber van kiryaran em nikarin li nav gund jî bigerin.”

Mehmet Taş da zanîn ku ji ber qereqolên derdora gund bi şev û roj topan diavêjin qada Biradostê û wiha domand: “Ji dengê topan dengê me nayê me. Em nikarin ji gundê xwe derkevin. Dema em diçin baxçeyên xwe jî dibin hedefa guleyên leşkeran.”

Dixwazin bikin cerdevan

Der barê mijarê de Nûretîn Taş jî diyar gundê wan bi xwezaya xwe ji bo sewalkariyê cihekî girîng e lê niha dikarin sewalkariyê jî bikin. Taş destnîşan kir ku ew li nav gund jî bi êrîşên leşkeran rerûbir û dimînin û ev tişt vegot: “Em hatine astek wisa ku dev ji gundê xwe berdin koçber bibin. Li herêma Gerdî hema bêje tenê gundê me cerdevanî qebûl nekiriye. Dixwazin me bi birçîbûnê terbîye bikin da ku em bibin xulamê wan lê em ji birçîna bimrin jî em serî li ber wan natewînin.” COLEMÊRG

Albuma Nûçeyê