NÛÇE

Li girtîgehê gefa kuştinê û pêkanîna birîna înfazê

Dem : 31 Kewçer 2018 Çarşem

Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê bi hincetên sosret li girtiyên ku divê bên berdan, pêkanîna birîna înfazê ketiye meriyetê. Ji ber vê yekê bi dehan girtiyên ku divê heta niha bihatana berdan, girtî ne. Her wiha li Girtîgeha Tîpa T ya Burhaniyeyê ya Balikesîrê jî girtiyên siyasî rastî gefên kuştinê tên

Binpêkirinên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê yên li dijî girtiyan berdewam in. Di çarçoveya van binpêkirinan de li Girtîgeha Sîncanê gelek girtî ji ber pêkanîna birîna înfazê nehatine berdan. Her wiha li Girtîgeha Tîpa T ya Burhaniyeyê jî girtiyan da zanîn ku leşker li hemberî wan di nav pêkanînên kêfî de ne û jinên edlî li hemberî girtiyên siyasî sor dikin.

Di vê çarçoveyê de li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê di demên dawî de birîna înfaz ketiye dewreyê û gelek girtiyên li ber berdanê bûn nehatin berdan. Der barê mijarê de nûçegihana rojnameya Azadiya Welat a bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatiye girtin Dîlan Oynaş der barê mijarê de bi girtiyên bi navên Aycan Ozdogan, Saadet Akin û Selver Îspîr re hevdîtin kir û bi rêya nameyekê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re şand.

Bi hincetên sosret înfaza wan tê kirin

Di nameyê de nêrînên Aycan Ozdogan ku ji sibata 2012’an ve girtî ye hatine dayîn û Ozdogan wiha dibêje: “Divê ez di 22’yê mijdara 2018’an de bihatama berdan. Lê di 2014-2016’an de du car cezayê hucreyê li min birîn. Herî dawî jî di hezîrana 2018’an de bi hinceta ‘jimartina ser pêya qebûl nekir’, sê caran cezayê hucreyê li min birîn. Bi heman hincetê ez sewqî Girtîgeha Sîncanê hatim kirin. Li vir jî ji min re gotin ku dê ji ber cezayê hucreyê neyêm berdan. Ango hêj 5 meh ji min re mabû ku înfaza min birîn. Li Girtîgeha Tarsûsê jî heman pêkanîn hebûn. Li wir jî nêzî 40 jinên girtî înfaza wan hatibû birîn.”

Bi beyanên sexte ceza lê birîn

Girtiya bi navê Saadet Akin jî daxuyand ku birîna înfazê pêkanîneke polîtîke û wiha got: “Li gelek girtîgehan ev pêkanîn xistine meriyetê. Li qawîşa me meqesek ku em nizanin kî aniye di lêgerînê de desteser kirin. Meqesa hat dîtin jî ne di nava eşyayên me de bû. Ji bin dolabê derxistin û birin. Tevî ku me got ne ya me ye jî lê cezayê min yê hucreyê hat êrêkirin. Min ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bida lê hat astengkirin. Serî li beyanên sexte dan û ev ceza li min birîn.”

Diviya bû ku bihata berdan lê girtî ye

Di nameyê de nêrînên girtiya bi navê Selver Îspîr jî hatine girtin  û Îspîr wiha dibêje: “Ji sala 2011’an ve girtî me. Di navbera salên 2012-2014’an de sê cezayê cuda yên hucreyê li min hatin birîn. Beriya ku 7 meh ji qedandina cezayê min bimîne, birîna înfazê pêk anîn. Di sala 2015’an de hukmê min erê kirin. Lê têkildarî birîna înfazê tu biryar nebûn. Di hemû belgeyan de biryara berdana bi şert di adara 2018’an de hebû. Piştre jî di dosyayeke din de cezayê 10 mehan li min hat birîn. Di meha gulanê de hêj 7 meh ji qedandina cezayê min re mabû. Min berdana bi kontrol xwest. Yekîneya înfazê ji min re got ku înfaza min hatiye birîn û ji serbestiya bi kontrol sûdê wernagirim. Tevî ku biryar der barê min de tune ye û cezayê min di meha adarê de qediyaye jî yekîneya înfazê di meha gulanê de wisa agahî da min. Li gel ku biryarên emsal hebûn jî lê dîsa erê kirin. Tevî ku me daxwaznameyên îtîrazê da û li dijî ceza derketin jî lê daxwazên me hatin redkirin.”

Dîlan Oynaş kî ye?

Dîlan Oynaş li Zanîngeha Karatekîn a Çankiri beşa Rêveberiya Cemawerî û Zanista Siyasetê dixwend. Di sala dawî ya xwendinê de ji zanîngehê hat dûrxistin. Oynaş pişt re di Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK’ê hat girtin de dest bi xebatê kir. Di 2016’an de dema li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê nûçegihanî dikir hat girtin û piştî 3 mehan hat berdan. Oynaş piştî mehekê dîsa hat girtin û ew şandin Girtîgeha Jinan a Sîncanê. Di girtîgehê de cezayê Oynaş hat erêkirin û 7  sal û 10 meh cezayê hepsê lê hat birîn.

Girtiyan li hemberî hev sor dikin

Her wiha ji girtiyên Girtîgeha Tîpa T ya Burhaniye ya Balikesirê Fîgen Şahîn jî têkildarî pêkanîn li girtîgehê agahî dan xwişka xwe Nurgul Turhal. Turhal da zanîn ku zext û gefên li dijî 5 jinên girtî yên siyasî berdewam e û ev agahî dan: “Leşker girtiyên siyasî û yên edlî li hemberî hev sor dikin. Girtî di bin gefên leşkeran de ne û girtiyên siyasî nikarin ji mafên xwe yên civakî û çandî sûdê werbigirin. Di dema rûdana bûyeran de gardiyan qala girtiyên zilam dikin û gefan li girtiyên siyasî dixwin. Ji ber hinceta ‘wezaretê xwestiye ku divê 5 girtiyên jin ên siyasî li vir bin’ daxwaza sewqkirinê ya girtiyan nayê qebûlkirin.”

Gefa ‘em dikarin wan ji birçîna bikujin’ dixwin

Herî dawî jî Turhal têkildarî pêkanînên girtîgehê wiha got: “Dema ku nîqaş çêdibin, gardiyanên mêr bi jopan êrîşî girtiyan dikin û di nava xwînê de dihêlin. Girtî dixwazin bi rayedarên girtîgehê re hevdîtin bikin, lê bê encam dimîne. Gardiyan gefa; ‘hûn di destê me de ne û em dikarin we ji birçîna jî bikujin. Birayên me yên Gurê Boz dê we bikujin’ dixwin. Girtiyên edlî kevir, şûşe û şekir diavêjin hêla girtiyên siyasî. Girtîgeh pir sar e û tenê dikarin 2 qazaxan bistînin.” ENQERE - ÎZMÎR

Albuma Nûçeyê