JIN

Li girtîgeha Tarsusê zext zêde bûn

Dem : 11 Kewçer 2018 Pêncşem

Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirina mafan her diçe giran dibe. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Jinan a Tarsusê ye. Girtiya bi navê Dilbirîn bi nameyekê binpêkirinên mafan vegot û da zanîn ku ferzkirina jimartina li ser pêyan, cezayê hucreyê, cezayên odeya singêrê pêk tên.

Dilbirîn destnîşan kir ku nameyên girtiyan ên ku şîdet û zextan tê de vedibêjin jî ji aliyê rêveberiyê ve bi hinceta ‘bi guman e’ tên desteserkirin.

Girtîgeh ji bo zarokan dijwar e

Di nameya xwe de Dilbirîn da zanîn ku Girtîgeha Tarsusê ya Jinan veguheriye ‘girtîgeha zarokan’ û ev tişt vegot: “Bi dehan zarok li vir bi dayikên xwe re dimînin. Di qawişa ez dimînim de 2 zarok hene. Ayşe 2 salî û Ronya jî yek salî ye. Bi rastî jî rewşa wan ne baş e. Di hewaya germ de bedena her du zarokan ji ber kelmêşan bûn birîn. Şertên girtîgehê ji bo wan pir zehmet in. Ev me xemgîn dike. Ayşe êdî dixwaze derkeve derve. Hewcedarî bi pêlîstok û parkan heye. Dema ev daxwaz jî pêk nayên digirîn. Niha 4 odeyên me hene û li her odeyê zarok hene. Niha Ronya (1), Ayşe (2), Çinar (4), Dersîm û Lîloz bi giştî 5 zarok hene.”

Cezayên kêfî zêde bûne

Her wiha Dilbirîn anî ziman ku gelek hevalên wan sewqî girtîgehên din hatine kirin û rêveberiya girtîgehê bi awayekî kêfî cezayên disîplînê didin û nameya xwe wiha bi dawî kir: “Dayikek û zaroka wê rastî lêgerîna tazî hatin. Dayikê di 3’yê adarê de di hevdîtina telefonê de cilên xwe derxist û ev bûyer protesto kir. Piştî protestoyê ev jin birin odeya singêrê û 9 rojan li wir man. Piştî wir jî 2 rojan di hucreyê de ma. Gelek girtî rastî heman pêkanînan tên. Cezayên hucreyê pir zêde bûne. Gelek hevalên me yên jimartina li ser pêyan qebûl nakin rastî cezayên hucreyê yên du rojan tên.” EDENE

Albuma Nûçeyê