NÛÇE

Li girtîgeha Duhokê şer derket

Dem : 26 Avrêl 2018 Şemî

Li Girtîgeha Duhokê şer di navbera girtiyên kurd û ereb de derket, di şer de 7 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes ji birîndar bûn. 

Li Girtîgeha Çaksazî ya Mezin a Duhokê di navbera girtiyên kurd û ereb de ji ber sedemeke nayê zanîn şer derket. Di dema şer de agir girt girtîgehê. Li gorî çavkaniyan beşek ji girtîgehê şewitî. Şer ji aliyê polîsan ve hate kontrol kirin. 

Li gorî nûçeya Rojnewsê, herî kêm 7 girtiyan jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî 10 kesan  jî birîndar bûn. Hate ragihadin ku girtiyekî eeb agir berdaye bedena xwe. Birîndar rakirin nexweşxaneyê û birîna hinekan giran e. Hîn nayê zanîn ji ber çi şer derketiye. Her wiha hêzên ewlehiyê rê nedan nûçegihan bikevin girtîgehê. Têkildarî bûyerê hîn ti daxuyaniyên fermî nehatine dayîn. DUHOK

Albuma Nûçeyê