NÛÇE

Li Geverê wesayîta zirxî li welatiyekî qelibî

Dem : 28 Pûşper 2018 Pêncşem

Li Gevera Colemêrgê wesayîta zirxî ya polîsan pê li welatiyekî kir. Wesayîta polîsan dema ku welatiyê bi navê Halît Artik ê 56 salî li ser rêya Cengîz Topel xwest derbasî aliyê din ê rê bibe pê lê kir. Ji ber lez û giraniya wesayîta zirxî Artik din av xwîn û xirarê de ma. Kesên li derdorê bi lez Artik gihad ser doktor û ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

Welatiyên ku bertek nîşanî polîsan da jî rastî heqeret û gefên polîsan hat. Hat hînbûn ku Artik tê ameliyatkirin, rewşa wî xedar e û dibe ku çîmekî wî jî jê bikin. Hêja yî bibîrxistinê ye ku li ser heman rêyê di 8’ê cotmeha 2016’an de 4 ciwan ji ber gulebarana ji wesayîta zirxî jiyana xwe ji dest dabû û di heman bûyerê de 2 welatî jî birîndan bibûn. COLEMÊRG

 

Albuma Nûçeyê