NÛÇE

Li gelek bajaran tecrîd hat protestokirin

Dem : 27 Kewçer 2018 Şemî

Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê li bajarên Kopenhag, Parîs, Mantes la Jolîe û Bernê bi dirûşmên ‘Ji Ocalan re azadî’ û ‘Kujer Erdogan’ re meşiyan. Kurdistaniyan da zanîn ku dê bi tu awayî tecrîdê qebûl nekin û banga lidarxistina çalakiyan li kurdistanî û dostên wan kir

Ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kurdistanî û dostên wan ên li bajarên Kopenhag, Parîs, Mantes la Jolîe û Bernê çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de kurdistanî û dostên wan tecrîd şermezar kir.

Di vê çarçoveyê de bi pêşengiya Meclisa Jinan a Sêvê, kurdistanî û dostên wan li Qada Gammeltorv a paytexta Danîmarka Kopenhagê standa agahdarkirinê danî. Di çalakiyê de belavokên ku naveroka wan paradîgmaya Ocalan vedigot, pirtûk û balonên ku wêneyên Ocalan li ser bûn, hatin belavkirin. Her wiha komeke kurdistanî meş li dar xist. Meş li qada Vesterbros Torvê dest pê kir û çalakvanan dirûşmên ‘Ji Ocalan re azadî’ , ‘Faşîst Erdogan’ û ‘TC a faşîst şerê li dijî Kurdan rawestîne’ berz kirin. Girseyê li standa agahdarkirinê jî ji bo bîranîna şehîdan deqîqeyek rêz girtin û çalakî bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Bi dirûşma ‘kujer Erdogan’ meşiyan

Bi heman boneyê de kurdistanî bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Demokratîk a Fransa (TJK-F) û Konseya Demokratîk a Kurd ya Fransayê (CDK-F) di saet seat 18:30’an de li pêşiya Gar de l’Est a Parîsê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de pankarta ‘Li derdora felsefeya Rêbertiya xwe birêxistin bikin’ hate vekirin û dirûşmên ‘ji Ocalan re azadî’ û ‘Kujer Erdogan’ hatin berzkirin.

Bi tu awayî tecrîdê qebûl nakin

Di çalakiyê de endama Tevgera Jinên Kurd a Fransayê Berîvan Firat li ser navê girseyê axivî û tecrîd û bêdengiya dewletên Ewropayê ya li hemberî tecrîdê şermezar kir. Firat diyar kir ku bi tu awayî ji Ocalan agahî nagirin û hevdîtina bi malbatê re jî tê astengkirin. Firat got ku ew vê yekê qebûl nakin û destnîşan kir ku divê jin, ciwan û hemû kurdistanî ji bo azadiya Ocalan bikevin nava liv û tevgerê.

Belavok hatin belavkirin

Li bajarê Mantes la Jolîe yê Fransayê jî tecrîda li ser Ocalan bi meşekê hat protestokirin. Kurdistanî li Qada Îstasyonê civiyan û heta navenda bajar meşiyan. Di meşê de belavok hatin belavkirin û çalakvanan dirûşm berz kirin. Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin. Di axaftinên mîtîngê de komploya navneteweyî hat şermezarkirin û banga çalakiyan li her kesî hat kirin.

Ciwanan çalakî li dar xist

Herî dawî jî kurdistanî û dostên wan li bajarê Bern ê Swîsreyê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakî li dar xist. Ciwanan di saetên şevê de li Qada Gewerbeschûle bi pankarta ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’ meşiyan û dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Terorîst Tirkiye’ û ‘Kujer Erdogan’ berz kirin. Di meşê de fîşekên hewayê hatin teqandin û meş li Qada Reîthschûle bi dawî bû. ANF

Albuma Nûçeyê