CÎHAN

Li Fransayê hejmara întixara polîsan zêde dibe

Dem : 05 Tîrmeh 2018 Pêncşem

Li gorî raporekê ku li Fransayê hate weşandin, hêzên ewlekariyê salên dawî ji ber Rewşa Awarte di nav şert û mercên zehmet de dixebitin û hejmara bûyerên întixarê gelekî zêde bûne.

Rapor ji aliyê Senatorê Komargeran (LR) ê Partiya Muxalefetê Françoîs Grosdîdîer ve hat amadekirin. Di raporê de hate îdiakirin ku şert û mercên kar ên polîs û jendermeyan gelekî zehmet in. Li gorî raporê, gelek wezîfedarên ewlekariyê ji ber şert û mercên kar ‘li ber şikestinê’ ne û gelek ji wan li derveyî dema xwe ya kar jî dixebitin.

Di raporê de tê ragihandin ku piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya 2015’an a li Parîsê ku 130 kes mirin, Rewşa Awarte hat ragihandin û bi ragihandina Rewşa Awarte re dema kar jî zêde bûye. Li gorî vê yekê, dema zêde ya kar a hêzên ewlekariyê ku bêyî tazmînatê û bêyî destûrê kirine, gihîştiye 22 milyon saetî.

Rapor bi taybetî piştî rûdana bûyerên xwekuştina polîsan ên par hat amadekirin. Sala 2016’an bi giştî 36 polîsan întixar kirin, sala 2017’an ev hejmar gihîşt 49’an. Par 16 jendermeyan xwe kuştibûn. Li Fransayê zêdeyî 150 hezar polîs hene.

Polîsên Fransayê bi taybetî sala 2016’an di xwepêşandanên li dijî guhertina Qanûna Kar de bi şîdeta xwe ya li xwepêşandêran ketibûn rojevê. PARÎS

Albuma Nûçeyê