CÎHAN

Li Fransayê çalakiya’lehiya mirovan’

Dem : 28 Avrêl 2018 Duşem

Li dijî polîtîkayên serokkomarê Fransayê Macron, zêdeyî 60 sendîka, komele û partiyên Fransayê bi navê ‘lehiya mirovan’ xwepêşandanên protestoyî organîze kirin. Bi deh hezaran kes tev li çalakiyan bûn di çalakiyan de banga greva giştî hate kirin.

Di serî de paytext Parîs, li 80 bajar û navçeyan çalakî hatin lidarxistin. Sendîka, partî, rêxistinên girseyî, komele û saziyên cuda (La France Insoumise, PCF, EELV, Générations, NPA...CGT, Solidaires, Sud PTT, Unef, Attac, Amis de la terre, Les Mouvement de la paix, Ptb) tev li çalakiyan bûn.

Girseya gel ji Gare de l’Est a Parîsê dest bi meşê kir û ber bi meydana Bastille meşiyan. Di meşê de polîtîkayên Macron hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de polisan 24 çalekgeran binçavkirin. Sedema binçavkirina çalakgeran li xwe kirina pûşî û cilên reş hat nişandan.

Çalakgeran mijarên; reforma zanîngehê, guhertina statuya karkerên rêyên hesinî, mûçeyên karmendên Air France, qanûna penaberan a nû, êrîşa polîsên ZAD, ji kar avêtina mirovan û zêdebûna astengiyên li pêşiya alîkariya civakî şermezar kirin. Her wiha xwestin ku Macron ê xwedî van polîtîkayan e, îstifa bike.

Li bajarên Lille, Marsilya, Toulouse û Poitiersê jî çalakiyên girseyî hatin kirin.

Li Nantesê di çalkaiyê de di navbera antî kapîtalîst û polîsan de şer derket. BRUKSEL

Albuma Nûçeyê