NÛÇE

Li Erziromê pêla binçavkirinê

Dem : 02 Pûşper 2018 Şemî

HDP di hilbijartinên pêşwext de li herêma Serhedê gelekî bi îdia ye. Wisa xuya ye ku ev îdiaya mezin hikumeta tirk tirsandiye. Ji bo ku serkeftina HDP’ê asteng bike dîsa gazî  û hawara xwe digihîne darazê.  AKP hewl dide bi rêya binçavkirin û girtinan pêşî li mezinbûna HDP’ê bigire.

Vê şefeqê li Qereyaziya Erziromê polîsên hikumeta tirk avêt ser mala kurdan û din av de siyasetmedarên kurd jî heyî 21 kesan binçav kir. Di nav kesên hatine binçavkirin de Hevserokê DBP’a Qereyaziyê Muhlis Kirmanci jî heye.

Kesên ku hatine binçavkirin ev in;  Şevket Tutkun, Suleyman Aydin, Selahaddîn Eroglu, Rasîm Guneş, Takyedîn Çelîk, Erdal Bayram û hevjîna xwe, Erdem Kaya, Yuksel Kîşî, Nurî Kandemîr, Medenî Aras, Mahmut Çîmendag, Yener Yuksel, Îbrahîm Şenlîk, Fahrettîn Taşçi, Alî Riza Arslan, Alî Gozmen, Yavuz Karabudak û du welatiyên navê wan nehat hînbûn.

Kesên hatine binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Qereyaziyê û Fermandariya Cendermeyan a Navçeyê. ERZIROM

Albuma Nûçeyê